PWK û DEM Partiyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî PWK Roja Rojnamegeriya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partî û PWKyê Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojnamegeran pîroz kir.

DEM Partî û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera 128emîn derketina Rojnameya Kurdistanê daxuyaniyên cuda belav kirin.

Her du partiyan jî di peyamên xwe de bal kişand ser zext û qedexeyên li ser rojnamegeriya Kurdî û şehîdên rojnamegeriyê bi bîr anîn.

"Berxwedaneke bênavber a li pey heqîqetê"

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayip Temel di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kevneşopiya çapemeniya Kurdî bûye sembola mîrat û berxwedaneke mezin.

Temel di peyama xwe de wiha got:

"Rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, sansûr û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran dane.

Îro hîn jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye. Rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe tên darizandin û girtin, astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û civaka demokratîk in."

DEM Partiyê daxwaza berdana rojnamegerên girtî kir û tevahiya şehîdên çapemeniya Kurdî, bi taybetî Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi rêzdarî bi bîr anîn.

"Muzeya Rojnamegeriya Kurdî ava bikin"

PWKyê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zilm û zoriyên ku ji roja derketina Rojnameya Kurdistanê ve heta îro li ser rojnamegerên Kurd berdewam dikin.

PWKyê da zanîn ku gelek rojnamegerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine girtin û kuştin.

PWKyê her wiha bangî şaredariyên Bakurê Kurdistanê kir ku bi cudakariya pozîtîf piştgiriyê bidin rojnamegeriya Kurdî.

Daxuyaniya PWKyê wiha ye:

 “Ji roja ku Rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi qanûnî çi derqanûnî) kovar û rojnameyên Kurdan derketine.

Lê dewletên desthilatdar her tim li hemberî van kovar û rojnameyan, berpirs û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kiriye.

Di vî warî de ji zilma li ser berpirs, nivîskar û heta xwînerên Rojnameya Kurdistanê (1898) bigirin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Rojnamegerên Kurd hatine zîndankirin û kuştin

Gelek rojnamegerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndankirin û kuştin.

Heta îro jî rojnamegerên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin.

Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji aliyekî ve jî neynika têkoşîn, trajedî û rewşa rewşenbîr û civaka Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Banga ji bo piştgiriyê û helwesta hevpar

Em dawîlêanîna her cure qedexe, astengî û êrişên li ser saziyên rojnamegerî, çapemenî û weşana Kurdî, wekî parçeyek ji têkoşîna xwe ya azadiyê û wekî beşek ji têkoşîna bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk ên kolektîf ên Kurdan dibînin.

Di salvegera 128emîn a rojnamegeriya Kurdî de, ji bo ku daxwaza piştgirîkirina rojnamegeriya Kurdî ya azad di her warî de û li ser bingeha cudakariya pozîtîf ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê û şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve bê pêkanîn, em bangî hemû partiyên siyasî, saziyên rojnamegerî û weşanê yên Kurdan, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên Kurd ên bibandor dikin ku helwesteke hevpar nîşan bidin.

Pêşniyara avakirina Muzeya Rojnamegeriya Kurdî

Li Başûrê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li dîroka rojnamegeriya Kurdî û hemû ked û nirxên vî warî, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Muzeya Rojnamegeriya Kurdî ava bike, ev dê bibe gaveke dîrokî û niştimanî.

Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirina rojnamegeriya Kurdî ya li her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, bi xebateke piralî dikare bernameyeke taybet wekî parçeyek ji têkoşîna azadiya Kurdistanê pêk bîne.

Bi minasebeta 128 saliya rojnamegeriya Kurdî, em hemû rojnamegerên Kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne û yên ku keda wan heye bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst