Li Hewlêrê dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê di qeyranê de ne

01-02-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Hewlêr Rojavayê Kurdistanê Koçber Dibistan Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Netewên Yekbûyî biryar da, ku mûçeyên mamostayên dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê nede, Rêvebiriya Perwerdeyê ya Hewlêrê li dû çareseriyekê digere, daku aliyek mûçeyên wan mamosteyan bide.

 

Li Hewlêrê 11 dibistanên penaberên Rojavayê Kurdistanên hene, nêzîkî 22 hezar xwandevan têde dixwînin. Tenê li Hewlêrê 612 mamosta bi girêbest kar dikirin, lê eger mûçeyên wan neyê dayîn, ew jî nikarin karên xwe berdewam bikin.

 

Dibe ku ev waneya dawî be, ku mamoste Reşîd bide xwendekarên xwe. Heyama sê salan e ku li dibistana Jînyar a Pîrzîn a penaberên Rojavayê Kurdistanê wek mamostayê dîrok û cografyayê kar dike.

 

Mamoste, Reşîd Elî Can ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Ez hêvî dikim ku li wan biryaran vegerin, weke mamosteyên Kurdî yên mîlak ku bo me hatine, ew mamoste bi kêrê dibistanên me nayên, ji ber ku tên û bi Kurdî şiroveyê dikin. Lê piraniya dersên me bi Erebî ne.”

 

Li dibistanên taybet bi penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê, xwendin di polên yekem û duyem de, bi zaravê Soranî û bi rêbaz û kursên Herêma Kurdistanê têxwendin û ji pola 3 heta 6an kurs û rêbazên Kurdistanê bi zimanê Erebî ye.

 

Lewma eger mamosteyên penaber dev ji kar berdin, xwendekarên pola 3 heta 6 zirarmendên yekem in.

 

Xwendekar, Şêrîn Bekir ji Rûdawê re dibêje: “4 sal ji temenê min çûn, diviyabû ez niha pola nehan bûmaya, lê ez di pola şeşan de me. Ev tişta jî gelek hesbê xwe de ye di jiyana min de. Perwerdeyê biryar daye, ku mamosteyên me yên Soranî biçin. Em nikarin, Soranî û Erebî…, mejiyê me têk çû”.

 

Xwendekar, Enes Silêman jî dibêje: “Em bûne pola pêncê, ew biryarên ku perwerdeyê dane, gotin Kurdî. Ew pirtûk ji me re ji Kurdî kiribana Erebî, xêrtir bû”.

 

Di vê dibistanê de gava yekem ew bû, ku 4 mamosteyên li ser hesabê hikûmetê hatin damezrandin, di demekê de ku 9 mamosteyên penaber jî li vê dibistanê hene. Êdî ji vir û bi şûn de, divê mamosteyên penaber li gor sîstema waneyan kar bikin.

 

Rêveberê Dibistana Jînyar a Pîrzînê, Mistefa jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ew mamosetên ku li cem wan in, hemû kirêçî ne, malbatên wan di stuyê wan de ne, Kurdên Rojava ne, Kurdên me bi xwe jî girêbest in, lê belê nikarin bi wî pereyê kêm û bi 15 waneyan berdewamî bi karê xwe bidin”.

 

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 612 mamosta bi şêwazê girêbest bi Wezareta Perwerdeyê re kar dikin, ku mehane her mamosteyek 250 dolaran werdigire, ku sazî û rêxistinên Netewên Yekgirtî berî niha ev pere didan mamosteyan. Lê piştî derbasbûna şeş salan, êdî NY vî karê xwe berdewam nake.

 

Rêvebiriya Perwerdeyê li dû çareseriyekê digere ku aliyek bikare pereyên wan mamosteyan dabîn bike, ku mehane dike nêzî 140 hezar dolaran, wek hewldanekê ku ziyan negihe, ne xwendekaran û ne jî mamosteyên penaber.

 

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê, Beşdar Ebdilxaliq di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, tevî ku haya wan ne ji şer û penaberiyê û ne jî ji kar û siyasetên rêxistinan heye, lê berî her kesî siberoja wan dikeve ber metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst