Li Hisîça û Qamişloyê qedexe hat ragihandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Hisîça Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo "parastina ewlehî, aramî û canê welatiyan" li bajarên Hisîça û Qamişloyê biryara qedexeya giştî ya çûnûhatinê ragihand.

Biryara qedexeya çûnûhatinê ji aliyê Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê ve hat belavkirin.

Biryara qedexeyê

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya çûnûhatinê dê wiha be:

Bajarê Hisîçayê: Roja Duşemê 2yê Sibata 2026an, qedexeya giştî demjimêr 06:00ê sibehê dest pê dike heta demjimêr 06:00ê êvarê.

Bajarê Qamişloyê: Roja Sêşemê 3yê Sibata 2026an, qedexeya giştî demjimêr 06:00ê sibehê dest pê dike heta demjimêr 06:00ê êvarê.

Asayîşê tekez kir ku divê hemû welatî pabendî naveroka vê biryarê û rênimayiyên derketî bin.

Her wiha hat diyarkirin ku kî serpirçiyê bike dê rêkarên yasayî yên tund li hemberî wî werin girtin.

Tevlîkirina saziyan

Ev biryara Asayîşê di demeke wiha de ye ku biryar e her ji sibê Duşemê ve peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bikeve warê bicihanînê û hejmarek ji hêzên Asayîşa Navxwe ya Sûriyeyê ji bo çavdêriya tevlîkirina saziyan biçin nav bajarê Hisîçayê.

Peymana HSD û Şamê

Ev qedexeya çûnûhatinê di demeke gelekî hestiyar de tê; Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihandiye ku ji sibê Duşemê ve (roja qedexeya li Hisîçayê) peymana berfireh a di navbera wan û Şamê de dikeve warê bicihanînê.

Li gorî peymana ku 30yê Kanûna Paşîna 2026an hat îmzekirin, divê saziyên sivîl û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê qonax bi qonax bi saziyên dewletê re werin têkelkirin.

Her wiha wekî beşek ji vê peymanê, biryar e sibe Duşemê nêzîkî 250 endamên Hêzên Asayîşa Navxwe ya ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve, bi çekên sivik biçin nav bajarê Hisîçayê da ku çavdêriya proseya tevlîkirina saziyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst