Selahedîn Behaedîn: Tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê

01-03-2019
RÛDAW
Selahedîn Behaedîn
Selahedîn Behaedîn
Nîşan Kurdistan Hewlêr Korbenda Hewlêrê Selahedîn Behaedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn di panela yekem a Korbenda Hewlêrê de ragihand, tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê, çimku bûye corek ji rêkevtina di navbera hêzan de û bûye sedema fetisandina dengê opozisyonê û dengê nerazî.

 

Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbend de ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne,

 

Di Korbenda Hewlêrê de, yekemîn panel bi serenava ‘Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; zêdetir veqetîn an rêkeftin?’ hat lidarxistin û têde Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Falih Feyaz, Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Ednan Muftî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn û Serokê Hevpeymaniya El-Qerar a Iraqî, Osame Nucêyfî beşdar bûn.

 

Selahedîn Behaedîn  tekez kir, pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji ber ku destûr esas nayê girtin,  nayên çareserkirin.

 

Selahedîn Behaedîn got: “Me dewleteke federalî nîne, ya ku heye, tenê di destûrê de heye.”

 

Behaedîn da xuyakirin: “Biyanî ne dûr û ne ji nêzîk ve nikare destêwerdanê bike, eger Iraqî bi xwe mijûlî wê yekê nebin. Iraqî diçin destê biyaniyan digirin û tînin nav Iraqê, ji bo çareserkirina kêşeyên xwe yan jî ji bo serxistina xwe li hember bermaberên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst