Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pîrozbahî li Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun kir û heviya serkeftinê ji wan re xwest.

Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê bi rê ve diçe.

Pêşangeh ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve tê birêvebirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw tevî nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê şandeyek ji Herêma Kurdistanê jî wekî vexwendiyên pêşangehê û ji bo danûstandin û xurtkirina pêwendiyên her du aliyan beşdarî pêşangehê bûn.

Umêd Xoşnaw bi şandeya Herêma Kurdistanê re îro çû serdena Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun.

Hevserokên  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji ber serdana Umêd Xoşnaw û şandeya Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e