Amed: 20 kesên ku bi pereyan xelk dida berdan hatin desteserkirin

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 20 kes bi tohmeta ku li dadgehê kesên doz û cezayên wan hene bi standina pereyan azad dikin hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgeha Amedê li dijî hejmarek kesan bi tohmeta ku kesên li dadgehê ceza û dozên wan hene bi standina pereyan azad dikin operasyonek da destpêkirin.

Li gorî zanyariyan wan kesan pêwendî bi hejmarek berpirsên dadgehê re hene û bi rêya wan, kesên tohmetbar li hemberî pereyan azad dikin û bi vê jî dahatê bi dest dixin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hêzên ewlehiyê bi ser çend navnîşanan de girt û 20 kes bi tohmeta “şelandin, xirabbikaranîna baweriyê” û “gef û birîndarkirina bi qest” desteser kirin.

Hat ragihandin ku tîman kesên desteserkirî birine Dozgeriya Amedê ku 4 ji wan parêzer in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.