AMED - Bi tohmeta endamtiya rêxistina tawanê 33 kes hatin desteserkirin

08-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê û 7 parêzgehên din bi tohmeta endamtiya rêxistina tawanê 33 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Tawanên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Amedê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Rêveberiya Ewlehiya Giştî li Amed, Çewlîg, Mereş, Enqere, Antalya, Aydin, Bursa û Çorumê operasyona “Mahzen-39" li dar xist.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê operasyonê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand:

“Navenda wê Amed li 8 bajaran operasyon hat lidarxistin û 33 endamên rêxistina tawanê ya ku serokê wê Umut Okten e hatin desteserkirin.”

Yerlîkaya diyar kir ku tawana rêxistinê li navçeya Sûrê bi zorê dest daniye ser dikanên xelkê û zordarî li kasibkaran kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya herwiha anî ziman:

“Di operasyonê de 16 demançe, 2 tifing û hejmareke zêde ya guleyan hatin bidestxistin û rêxistina tawanê hat hilweşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst