Li Amedê 32 kes hatin desteserkirin

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Desteserkirin Rêxistina Tawanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û 4 bajarên Tirkiyeyê bi tohmeta “endamtiya rêxistina tawanan” 32 kes hatin desteserkirin û ji wan 19 kes hatin girtin.

Bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, tîmên Şaxa Qaçaxçîtî û Tawanên Organîze ya Birêveberiya Ewlehiyê ya Amedê li dijî rêxistina tawanan a ku Ş.T. serokatiya wê dike operasyonên hevdem hatin kirin.

Operasyon bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişbir”, “kuştina biqest”, “talan”, “birîndarkirin” û “dijayetiya yasaya 6136” hat kirin.

Operasyonê li navenda Amed û navçeya Lîcê û bajarên Stenbol, Enqere, Antalya û Karabukê yên Tirkiyeyê hevdem dest pê kir.

Di encama operasyonê de 32 kes bi tohmeta “endamtiya rêxistina tawanan” hatin desteserkirin.

Her wiha 10 demançe, 2 teqteqok, 4 tifing, 5 kîlo û 600 gram madeyên hişbir û 5 hebên hişbir hatin girtin.

Piştî karên îfadewergirtinê hêzên ewlehiyê 32 kes birin dadgehê.

Dadgehê derbarê 19 kesan de biryara girtinê da û 13 kes jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst