Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ba û bahoza bihêz banên çend xaniyan firandin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlu ragihand ku îro li parêzgeha Dêrsimê ba û bahozeke bihêz rabû.
Ji ber ba û bahozê li navenda bajêrê Dêrsimê û navçeyên Mêzgor û Qisleyê banê hinek xaniyan firiyan.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu çend xanî û malên ku banên wan firiyane ziyaret kirin û ji rayedaran derbarê zerer û ziyanan zanyarî wergirtin.
Her wiha li Dêrsimê û navçeyên wê baraneke gûr jî bariya.
Li gorî Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê dê ba û bahoz û baran roja înê jî li Dêrsim û navçeyên wê bidome.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya ji bilî Dêrsimê ji bo parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Çewlig, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Rihayê jî hişyariya ba, bahoz, baran û tozbarînê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse