Jiyana bêrîvanan di navbera xweşiya zozanan û zehmetiya debarê de

01-07-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Berîvanên Geverî \ Wêne û Vîdeo: Şevket Herkî - Esat Aydin \ Rûdaw
Berîvanên Geverî \ Wêne û Vîdeo: Şevket Herkî - Esat Aydin \ Rûdaw
Nîşan Gever Colemêrg Ajeldarî
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li Geverê bihayê lîtreyek şîrê ku bi kedeke mezin tê hilberîn, bi qasî bihayê 3 nanan e. Ajeldar her wiha dixwazin hejmara kargehên şîr bê zêdekirin.

Li gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê, bêrîvan her roj bi karwanan, li ser pişta hespan rêyeke dûr û zehmet dibirin da ku xwe bigihînin bêriyê û şîrê pezê xwe bidoşin.

Rêyeke zehmet û kedeke mezin

Li gundê Helesê yê Geverê karwanê bêrîvanan di nav dîmenên xwezayî yên bedew re ber bi zozanên hênik ve diçe.

Yek ji wan bêrîvanan Mehsîma ye ku rojane tevî 20 bêrîvanên din diçe Zozanê Qereçê û pezê xwe didoşe.

Bêrîvan Mehsîma Ekînê got “Bêrîvanî gelek karekî xweş e. Em serê sibê zû radibin, karên xwe yên malê dikin û tên bêriyê.

Em şîrê ku didoşin, dikin mast, penîr û nîvişk, hinekî difiroşin û hinekî jî didin cîranan.

Jiyana me wiha derbas dibe. Em dixwazin cihê bêriya me bê çêkirin, gelek toz heye.”

Tevî gelek zehmetiyên kar, bêrîvan dibêjin ku şîr gelekî erzan e û ew bi zehmetî debara xwe pê dikin.

Li Geverê lîtreyek şîrê ku bi kedeke mezin tê hilberin bi pereyê 3 nanan e.

Pez roj bi roj kêm dibe

Li aliyê din di salên dawî de hejmara pez û ajelan li gundên Geverê kêm bûye.

Li heman deverê ku berê 2 heta 3 hezar serî pez diçêriya, niha tenê 600 serî pez maye.

Sedema vê yekê ew e ku nifşê nû ajeldariyê wekî karekî zehmet dibîne û çêrî jî roj bi roj kêmtir dibe.

"Em dixwazin rêyên me bên çêkirin"

Pirsgirêka herî mezin a bêrîvanan, nexweşî û nebûna rêyan e.

Bêrîvan Ayşe Ozerê jî got, “Jiyana me gelekî xweş derbas dibe, ez 20 serî pez didoşim lê rêyên me nexweş in. Em dixwazin ji me re rê bê çêkirin.”

Bêrîvan Besê Ozer jî heman gazinê dike û wê jî got, “Gundê me xweş e lê bêriya me ne xweş e. Cihê bêriyê jî ne baş e.

Em dixwazin rê ji me re bên çêkirin. Otomobîl nikarin bên, em bi hespan tên û gelekî diwestin.”

Li aliyê din, Bêrîvan Henîfe Derîn bi hêvî ye wê jî wiha biland, “Bêriya me gelek xweş e.

Em kêfxweş in ku bi hespan tên, ew jî keyfeke cuda ye.

Rêyên me jî hêdî hêdî tên çêkirin. Şaredarî niha rêyan çêdike û hêdî hêdî wê her tişt baştir bibe.”

"Çiya ji bo min azadî ye"

Şivanê gundê Helesê Nusret Erdem jî pîşeya xwe wekî azadiyê pênase dike.

Li gorî wî, tevî ku li çiyayan metirsî û zehmetî hebin jî ew bi saya çiyayan xwe azad hîs dike.

Şivan Nusret Erdem got,  “Şivantî karê kesên xîretdar e û gelekî zehmet e. Ez li çiyayan digerim, metirsî heye, wekî mînak mirov ji zinarekî bikeve, yan jî gur êrişî mirov bikin.

Carinan eger pezek winda bibe yan jî zerer bigihêje wê, zehmet e ku mirov ji xwediyê wê re bêje. Tevî van hemûyan jî çiya ji bo min azadî ye.

Çiya gelekî aram e, ne deng e û ne jî qerebalix e.”

Li Geverê tenê kargeheke mezin a berhemên şîr heye, ji ber vê yekê ajeldar dixwazin ku hejmara kargeh û dezgehên bi vî rengî bê zêdekirin da ku karibin berhemên xwe bi bihayekî baştir bifiroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst