Raport: Tirkiye hêzên zêdetir dibe ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

01-08-2020
RÛDAW
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê (Wêne: AFP)
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê (Wêne: AFP)
Nîşan Grûpên Çekdar Opozisyona Sûriyê Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye yek ji wan welatên navçe û cîhanê ye ku ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ji sala 2011an ve rol di wî welatî de heye.

Tirkiyê bi rêya rncamdana 3 operasyonên serbazî beşeke Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê xiste jêkr kontrola xwe û wan gûrpên çekdar ên girêdayî wê.

Li gor medya Amerîkayê, Tirkiyê dest bi komkirina hêzên xwe kiriye li sînorên Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê û ev jî wek amadekariyekê ye ji bo êrişkirina ser navçeyê.

Nêdîn Mayênza, Berdevk û Endama Komsîyona Amerîkayê bo Azadiya Ayînî û Enurîma Bargava, Cîgira Serokê Komîsyonê di raportekê de diyar dikin, “Tirkiyê dest bi amadekarî û veguhastina serbaz û çekan bo ser sînoran û kontrolkirina navçeyeke din a berfireh li bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye.”

Her di raporta wan de hatiye, “Gelek girîng e ku Amerîka û civaka navdewletî helwest li ser ancamên karên Tirkiyê li ser azadiyan li bakurê rojhilatê Sûriyê bikin, taybet li ser Kurd, Êzidî û Krîstiyanan, berî ku gelek dereng be.”

Di raportê de hatiye diyarkirin, “piştî ku Êzidiyên li Sûriyê li ser destê DAIŞê rûbirûyê helmeta jinavbirin û cînosaydê bûn, niha careke din bi destê Tirkiyê ku yek ji hevpeymanên Amerîkayê di NATOyê de rûbirûbiyê heman azarê dibin.”

Di 20ê Mijdara 2018an de Tirkiyê û grûpên nêzikî wê, êriş birin ser Efrînê û piştî 2 mehan ji şer û bombebaranên tund dest danîn ser wê herêma Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsa Liqa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Navenda Ceasefire bo mafên medenî, diyar dike ku zêdetir ji 2 sal e binpêkirinên li wê herêma Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Miryem Putîk, Berpirsa Liqa Rojhilata Naverast û Bakurê Afrîkayê di Navenda Ceasefire de bo mafên medenî dibêje, “Ji Adara 2018an ve, Efrîn ketiye jêr destê ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyê’ ku rasterast fermanan ji Tirkiyê werdigire û her ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniya darayî lê tê kirin. Wan hêzan bi tevahî xelkê navçeyê derxistine û îşkencekirin, revandin û êrişkirina ser çavkaniyên jiyanê bûne sedem ku xelk berdewam Efrînê bicî bihêlin.”

Cotmeha sala derbasbûyî jî Tirkiyê û grûpên nêzikî wê, êrişeke berfireh a nû dan destpêkirin bo ser Rojavayê Kurdistanê û di encamê de dest danîn ser Girê Spî û Serê Kaniyê ku di encama êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar de bi sedan xelkê sivîl canê xwe ji dest dan û bi hezaran jî koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst