Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê avahiyek ku nû hatiye qedandin rûxiya û 3 otomobîlên welatiyan di bin xirabeya wê de man.
Li Taxa Çagdaş a navçeya Şahinbeya Dîlokê avahiyek 5 qatî ya ku nû hatibû avakirin demjimêrên sibehê rûxiya.
Li gor agahiyan di rûxana wê avajiyê de ziyanek canî nebûye, lê ziyana madî gihandiye avahiya 2 qatî ya li kêleka wê û 3 otomobîlên parkkirî jî mane li jêr xirebaya avahiyê de.
Hat ragihandin ku ji ber di dema rûxîna wê avahiyê de xanî valebû ti ziyanên canî nebûne.
Li gor agahiyan xwediyên daîreyên wê avahiyê berî niha jî ji bo ku avahî saxlem nehatiye çêkirin, li Şaredariya Şahinbey gilî tomar kirine.
Yek ji cîranên wê avahiyê jî dibêje ku di encama rûxana avahiyê de ziyan bi xaniyê wî ketiye
Welatiyê bi navê Ugur Budak got: “Ez bi dengekekî wek teqîna firokeyan şiyar bûm, li derve dûkêlek sor bilind bû, tenê di çend kêliyan de em derketin derve, em derketin derve me dît ku xanî serûbin bûye. Bi ser me de hatiye, hûn dîwarê me dibînin. Ez ji cihê xwe derketim min ev der jî ferq nekir, min zarokên xwe derxistin. Tu vê derê dibînî, eger ne ji vê bûya, ez dê miribûm.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse