Hewlêr (Rûdaw) -Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Abdî Ekmekçî ku 6 sal berê li Dêrsimê canê xwe ji dest dabû îro radestî malbata wî ya li Mûşê hat kirin.
Abdî Ekmekçî di 24ê Hezîrana 2019an de, li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke li gel leşkerên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Ekmekçî ku li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin, ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, cenaze îro li gundê Akrakê yê navçeya Kopê ya Mûşê bi beşdariya malbat û xelkê gund hat veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse