Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ragihand ku wan bersiva êrişeke li ser xala xwe daye.
Asayîşê diyar kir ku xala wan a kontrolê ya li Çerxerêya Şîhanê hatiye hedefgirtin.
Ev xal li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ye.
Hêzên Asayîşê "komên girêdayî hikûmeta Şamê" bi vê êrişê tohmetbar kirin.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî li ser bûyerê zanyarî belav kirin.
SANAyê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xala kontrolê kiriye armanc.
Li gorî SANAyê, di encama êrişê de endamekî hêzên ewlehiyê birîndar bûye.
Li aliyê din artêşa Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan li derdora Tişrînê çend dronên HSDyê xistine xwarê.
Birêvebirê Pêwendiyên MSDyê yê Helebê Mihemed Emîn Elîko ji Rûdawê re diyar kir ku xaleke Asayîşê bi RPGyan hat armanckirin
Li aliyê din hat zanîn ku piştî bûyerê rêyên ku diçin çerxerêyê hatin girtin.
"Rewş aram e"
Elîko diyar kir ku piştî aloziyê niha rewş "aram" e.
Endamê MSDyê da zanîn ku şêniyên taxên Kurdan di nav tirsê de ne û di hatûçûnê de rastî zehmetiyan tên.
Mihemed Emîn Elîko hêviya xwe anî zimên ku pirsgirêk bi rêya dan û standinan bên çareserkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê: Berpirsyarî ya HSDyê ye
Fermandarê Ewlehiya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî jî HSD bi "binpêkirina rêkeftinan" tohmetbar kir.
Ebdulxenî îdia kir ku nîşangerên HSDyê xaleke Wezareta Karên Navxwe kirine armanc û endamek birîndar kirine.
Mihemed Ebdulxenî diyar kir ku êriş di dema birêxistinkirina hatûçûna sivîlan de pêk hatiye û ew endam rakirine nexweşxaneyê.
Ebdulxenî hişyarî da sivîlan ku nêzîkî cihên aloziyê nebin.
Fermandarê Sûriyeyî got, eger HSD binpêkirinan bidomîne ew dê "rêkarên pêwîst" bigirin û HSDyê ji her cûre encamên van aloziyan berpirsyar dibînin.
Her wiha Hêzên Asayîşê jî da zanîn ku hêzên Şamê bi çekên giran taxên Kurdan dorpêç kirine.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniya herî dawî de got:
“Komên girêdayî hikûmeta Şamê tank û amûrên giran veguhastin derdora Taxa Eşrefiyeyê ya li bajarê Helebê.
Ev pêngava nû ya gurkirina aloziyê, piştî êrişa wan a bi roketên RPGyê ya li ser xaleke Hêzên Ewlehiya Hundirîn hat.
Ev yek bû sedema aloziyê li herêmê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse