Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz ragihand ku ew dê bi Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Bîlgiyê re bernameyeke hevpar li dar bixin.
Gurbuz diyar kir ku ew dê 11ê Çileya 2026an derbarê "Zagona Tunceliyê" de bernameyekê amade bikin.
Îbrahîm Gurbuz ji ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û bi bîr anî ku 2ê Çileya 2026an 90 sal di ser derxistina "Zagona Tunceliyê" û Komkujiya Dêrsimê re derbas dibe.
Gurbuz da zanîn ku wî ji bo vê bernameyê bi civatnas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî re hevpeyvînek kiriye.
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî destnîşan kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de yekem kesê ku li ser vê mijarê xebitiye Îsmaîl Beşîkçî ye.
Îbrahîm Gurbuz got, "Ez hêvî dikim ev bername bibe mifteyek da ku ciwanên Kurd hêdî hêdî li ser van mijaran bixebitin."
Gurbuz her wiha eşkere kir ku ew dê di demeke nêzîk de vîdeoya hevpeyvînê jî parve bike.
Zagona 1935an: Navê Dêrsimê çawa bû Tuncelî?
Zagona Tunceliyê ya hejmar 2884 a sala 1935an, ji bo guhertina birêveberiya Dêrsimê û avakirina desthilata navendî hatibû derxistin.
Bi vê zagonê re navê parêzgehê wekî "Tuncelî" hat guhertin.
Zagonê sîstemeke nû anî ku tê de desthilata leşkerî û îdarî di destê kesekî de dihat komkirin.
Ji vê sîstemê re "Walî-Fermandar" di heman demê de fermandarê artêşê bû.
Bicihanîna zagonê li herêmê bû sedema komkujiyên.
Hukmên bingehîn û armanca zagonê
Guhertina Rêveberiyê: Zagonê pêşbînî dikir ku kesek were tayînkirin ku hem walî be û hem jî xwediyê desthilata fermandariya leşkerî be.
Navê "Tuncelî": Navê herêma "Dêrsim" ku koka wî Kurdî ye û tê wateya "Deriyê Zîv" hat guhertin.
Li şûna Dêrsimê navê "Tuncelî" li herêmê hat kirin ku tê wateya "navê operasyona tund a dewletê.”
Ewlehî û otorîte: Armanca sereke ew bû ku dawî li "bêserûberiya" li herêmê were anîn, desthilata navendî were xurtkirin û serhildanên Kurdan bên tepisandin.
Komkirina desthilatê: Walî-Fermandar xwediyê hemû desthilatan bû û herêm bi rêya mufetîşên di bin emrê xwe de bi rê ve dibir.
Hukmên dadî: Di zagonê de rêkarên taybet ên dadî hebûn.
Wekî mînak, ji bo şopandina sûcên giran erêkirina waliyê pêwîst bû.
Encamên zagonê
Bi ketina meriyetê ya vê zagonê re, bûyerên ku sala 1937an dest pê kirin û salên dû re jî berdewam kirin (Tevgera Dêrsimê/Komkujiya Dêrsimê) rû dan.
Li gorî lêkolînan di Komkujiya Dêrsîmê de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin û nêzîkî 20 hezar kes ji hatin sirgûnkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse