Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di 42yemîn salvegera Enfala Barzaniyan de peyameke sersaxiyê belav kir.
1ê Tebaxê, di salvegera Enfala Barzaniyan de Mihemed Şiya Sûdanî li ser hesabê xwe yê Xê, hevxemî û sersaxiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên wê tawanê, bi taybetî ji bo Serok Barzanî re anî zimên.
Serokwezîrê Îraqê got "Em 42yemîn salvegera pêngavên hovane yên Enfalê bi bîr tînin ku tê de kal, zarok, jin û ciwanên malbatên Barzanî hatin hedefgirtin."
Sûdanî wiha berdewam kir: "Bi vê boneyê, em ji dil sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî birayên Barzanî û di serî de jî Rêzdar Mesûd Barzanî dikin."
Pêngava Enfala Barzaniyan di 31ê Tîrmeha 1983an de ji aliyê rejîma Beasê ve dest pê kir û heta meha tebaxa heman salê berdewam kir.
Di wê pêngavê de, heşt hezar mêr û ciwanên Barzanî hatin desteserkirin û ji bo çolistanên başûrê Îraqê hatin veguhestin û li wir bi zindî hatin veşartin.
Mihemed Şiya Sûdanî got,"Bi saya wê xwîna pak û xwîna hemû Îraqiyan, welat ji wê qonaxa tarî rizgar bû û di sîstema me ya demokratîk de gihişt azadî û dadperweriyê."
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ev pêngav wekî jenosîd û tawana li dijî mirovahiyê nasandiye û wekî yek ji mezintirîn tawanên desthilata Beasê ya li dijî gelê Kurdistanê tê dîtin.
Piştî jenosîda Barzaniyan, rejîma wê demê ya Îraqê li Başûrê Kurdistanê pêngaveke berfirehtir a jenosîda Kurdan da destpêkirin ku bi navê "Enfal" tê naskirin û ji 8 qonaxan pêk dihat.
Di encama Enfalê de, nêzîkî 190 hezar hevwelatî hatin qetilkirin, hatin windakirin û zindî hatin binaxkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse