Serok Barzanî û Sûdanî li ser guhertina yasaya hilbijartinê axivîn

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Dihokê civiyan û wan teqezî li ser guhertina yasaya hilbijartinê kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, her du aliyan ji ber lidarxistina serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê pîrozbahî li hev kiriye.

Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku hilbijartin di atmosfereke aram û bêpirsgirêk de derbas bûye.

Her du serkirdeyan hêviya xwe anî zimên ku encamên hilbijartinê di xizmeta berjewendiyên gelê Îraqê de bin.

Mijareke serekî ya civînê guhertina yasaya hilbijartinê bû.

Her du aliyan teqez kir ku ji bo misogerkirina dadperweriyeke zêdetir, divê yasaya heyî bê guhertin.

Li gorî daxuyaniyê her wiha rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Îraq, Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê jî hatine gotûbêjkirin.

Endamê Polîtburoya PDKyê Fuad Husên û endamên Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê Beha Erecî, Ehmed Esedî û Qusey Mehbûbe jî di civînê de amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst