Silêmanî (Rûdaw) – Pavel Talebanî û Berhem Salih li ser wê yekê li hev kirine ku Berhem Salih vegere nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û li ser pişka YNKê, bibe Serokomarê Iraqê.
Piştî hewldan û rûniştinên nepenî yên du mehan, li gor zanyariyên Rûdawê duh bi şev Pavel Talebanî û Berhem Salih li Hewlêrê rûniştina xwe ya dawî kirine, lê hêj maye ku serkirdetiya YNKê biryar li ser bide û eşkere bike.
Tora Medyayî ya Rûdawê rêkeftinnameyeke dualî û nepenî ya navbera kurê mezin ê Celal Talebanî Pavel Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih eşkere dike, ku du hefte ye pêve mijûl in.
Kurtasiya rêkeftinê bi vî awayî ye ku Berhem Salih vegere nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û beşdarî hilbijartinan nebe, li hember jî YNK wî bike Serokomarê Iraqê, lê belê heta niha piraniya Endamên Polîtburoyê, ne agahdar in û ne jî ji wan hatiye pirsîn.
Endamê Damezrîner ê Hevpeymaniyê Hesen Cîhad ji Rûdawê re ragihand: “Tiştekî sirûştî ye ku niha YNK wisa bifikire ku kesê jêhatî yê ji bo wî postî Dr. Berhem be. Divê PDK jî piştgirî bide, madam hemû partî dibêjin berjewendiya bilind a Kurdan, wê demê bila Berhem Salih be, ji ber ku ew li ser asta navxweyî û Iraq û derve kesekî bi şiyan û xwedî peywendî ye. Eger hemû partî amade bin ku Dr. Berhem bikin namzedê serokomariyê, ew amade ye.”
Hefteya borî Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê bi fermî biryara boykotkirina hilbijartinên Kurdistanê da, hinceta wan jî ew bû ku ne ji aliyê saziyê ve Hevpeymanî amade ye, ne jî ji aliyê pak û bêpirsgirêkî ve pêvajo guncaw e.
YNK weke hêza duyem a Başûrê Kurdistanê rijd e li ser wê yekê ku kursiyê serokomariyê her dem dê li cem wan bimîne.
Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê YNKê Pola Talebanî ji Rûdawê re ragihand: “Rûniştin û gotûbêj berdewam in, lê hêj maye ku bigihîje encama dawî, li ser serokomariyê jî, ew post mafê YNKê ye û çend namzedên YNKê hene, lewma her kesê ku bixwaze wî postî werbigre, divê ji nav YNKê bibe namzed.”
Nêzîkbûna navbera YNK û Hevpeymanî, bû demeke kin dest pê kiriye, peywendiyên kesan rêbertiya nêzîkbûnê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse