Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji ber wergirtina posta Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pîrozbahî li Berhem Salih kir û diyar kir ku ew kêfxweş e Kurdekî ew post wergirtiye.
Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kiriye ku bûye Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR).
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan daye ku "Kurdekî ew posta girîng a di asta Neteweyên Yekbûyî de wergirtiye" û hêviya serkeftinê ji Dr. Berhem Salih re xwestiye.
Dr. Berhem Ehmed Salih, kesayetê siyasî yê diyar ê Başûrê Kurdistanê û Serokkomarê berê yê Îraqê, piştî nirxandina lijneyeke bilind a Neteweyên Yekbûyî ew post wergirt.
12 kesayetên cîhanî rikberî dikir
Şêwirmendê Dr. Berhem Salih, Mihemed Hewramî roja înê ji got:
"Ji bo wê posta Neteweyên Yekbûyî 12 kesayetên cîhanî yên ji Ewropa û Amerîkayê rikberî dikir.
Piştî hevdîtina namzedan a bi lijneya bilind a Neteweyên Yekbûyî re, bi kêfxweşî ew post ji Dr. Berhem Salih re hat dayîn."
Li gorî gotina şêwirmendê wî, lijneya bilind a NYyê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres hevpeyvîn bi namzedan re kiriye.
Hewramî li ser destpêkirina karê wî jî got, "Destpêkirina karê wî dikeve sala nû."
Posta UNHCRê yek ji postên herî bibandor e
Posta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yek ji postên herî bilind û bibandor e di nava rêxistinên girêdayî NYyê de.
Kesê ku vê postê werdigire, berpirsiyar e ji serpereştiya hewlên navneteweyî yên ji bo parastina mafên nêzîkî 123 milyon koçber û penaberan li seranserê cîhanê.
Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî 30yê Çiriya Pêşîn a 2025an li ser tora civakî ya Xê ragihandibû:
"Dr. Berhem Ehmed Salih, bi piştevaniya me ya tam, namzedê Îraq û Herêma Kurdistanê ye ji bo posta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)."
Hoşyar Zêbarî her wiha diyar kiribû ku Dr. Berhem Salih "xwediyê hemû merc û şiyanên pêwîst e ji bo birêvebirina vê ajansa girîng a mirovî" ku roleke sereke di çareserkirina qeyrana koçber û penaberan a cîhanî de dilîze.
Berhem Salih kî ye?
Berhem Ehmed Salih 12ê Îlona 1960î li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de du caran ji aliyê desthilata Beasê ya Îraqê ve hatiye girtin.
Berhem Salih sala 1983yan bawernameya lîsansê di warê Endezyariya Şaristanî û Mîmariyê de li Zanîngeha Cardiffê ya Brîtanyayê bi dest xistiye.
Ew her wiha xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê amaran û endezyariya giştî de li Brîtanyayê.
Berhem Salih dawiya sala 1976an pêwendî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re daniye.
Destpêkê li Ewropayê endamê partiyê bûye û paşê bûye berpirsê pêwendiyên wê partiyê li Brîtanyayê.
Piştî hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Kurdistanê sala 1992yan bûye nûnerê Kabîneya Yekem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsê pêwendiyên derve li Amerîkayê.
Salên 2001 heta 2004an bûye Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Îdareya Silêmaniyê).
Di Kabîneya Şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî du salan serokwezîrtî kiriye.
Piştî rûxandina rejîma Beasê, nîvê duyem ê sala 2004an bûye Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Îraqê û piştre bûye Wezîrê Plandanînê.
Di navbera salên 2006 û 2009an de Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bûye.
Dr. Berhem Salih damezirînerê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê ye û 2yê Çiriya Pêşîn a 2018an wekî 8emîn Serokkomarê Îraqê hatibû hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse