Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih avakirina hikûmetê nîqaş kir

23-04-2025
RÛDAW
Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Berhem Salih Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih li Hewlêrê civiyan.

Her du aliyan girîngiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih di hevdîtinê de “rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, hewlên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Îraqê nîqaş kirin, her wiha derbarê pêşhatên dawî yên herêmê bîr û raman guhertin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:

“Her du aliyan girîngiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Her wiha wan tekezî li ser girîngiya xurtkirina têgihîştin, hevahengî û hevkariya di navbera aliyên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî xizmeta aramiya welêt û berjewendiyên welatiyan bikin.”

Îro li Hewlêrê merasîma Roja Nizaya Niştimanî hat lidarxistin û Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih li merasîmê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst