Serkan Ramanli: PKK dest ji çekan bernede jî divê mafên gelê Kurd bên îadekirin

01-09-2025
RÛDAW
Serkan Ramanli û Hîwa Cemal /Wêne: Rûdaw
Serkan Ramanli û Hîwa Cemal /Wêne: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanli PKK Pêvajo Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli diyar kir ku ji bo rawestandina xwînrijandinê û bidawîbûna trajediya mirovî ya berdewam, "divê çek bi tevahî ji holê werin rakirin."

Ramanli her wiha got, "Eger PKK dest ji çekan bernede jî lazim e mafên gelê Kurd bên îadebikin."

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli bû mêvanê bernameya Rûdaw û derbarê pêvajoya çareseriyê û rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pirsên Hîwa Cemal bersivandin.

Serkan Ramanli bi bîr xist ku ew beriya salekê jî bûbû mêvanê Rûdawê û wê demê jî gotibû ku “Meseleya Kurdan divê bi aştî çareser bibe” û tekez kir ku ew îro jî li ser heman helwestê ne.

“Divê çek ji holê rabin”

Ramanli diyar kir ku rewşa niha ya Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke aştiyane û sivîl guncav e û divê ev derfet ji dest neçe.

Parlamenterê HUDA PARê bal kişand ser rola çekan a di pirsgirêka Kurd de û got:

“Em hêvî ne ku di çarçoveya çareserkirina meseleya Kurdan de çek ji holê rabin. Lewra 40 sal e ku kuştin û xwîn heye û em wê dibînin.

Bi hezaran kes hatin kuştin û qetilkirin. Zêdetir jî Kurd jê bi êş û nexweş in. Herî zêde em hatine kuştin, Kurd in. Bi rastî qatil jî meqtûl jî bi zêdeyî Kurd in.

Îro rewşa Tirkiyeyê musaîd e ji bo ku em meseleya xwe bi rêyeke aştî, bi rêyeke sivîl û siyasetê safî bikin. Ev îmkan heye, lazim e em vî destê xwe bernedin.”

Ramanli da zanîn ku çekên PKKyê di pêvajoyê de astengiya herî mezin e û wiha pê de çû:

“Bi rastî jî çekên PKKê îro bûye astengiyeke mezin li ber safîkirina meseleya Kurd bi xwe. Lazim e ev ji holê rabin.

Lazim e her kes bizane, dema ku PKKyê dest ji çekan berda, endamên wê yên li serê çiyê, yên ku îro penaber bûne û koçber bûne, yên li Ewropayê dijîn, yên di girtîgehan de mehkûm in, rewşa wan dê çawa bibe?

Li ser vê mijarê jî lazim e hinek qanûn û yasa bêne rojevê. Komîsyon dê li ser van mijaran biaxive û pêşniyarên xwe diyar bike.”

“Metirsiya herî mezin rewşa Sûriyeyê ye”

Li ser pirsa metirsiyên li pêşiya pêvajoyê, Serkan Ramanli amaje bi du xalên serekî kir; rewşa Sûriyeyê û aliyên nijadperest ên li Tirkiyeyê.

Ramanli got, “Metirsiya herî mezin ew e ku li Sûriyeyê geşedanên ku ne li gorî dilê Tirkiyeyê yan jî li gorî dilê PKKyê bin çêbibin, heye ku ev proses ji holê rabe û bêyî dawî bimîne.

Em dibêjin çi bibe bila bibe, ji aliyê hikûmetê ve em dibêjin, eger PKK dest ji çekan bernede jî lazim e maf û heqê gelê Kurdan îade bikin.

Lewra ev heqekî xwezayî ye, heqekî însanî ye, heqekî Îslamî ye."

Heqê we tune ku hûn şer û mercên din bînin pêşiya gelê Kurd.

Ji aliyê PKKyê ve em dibêjin meseleya Kurdan safî bibe, nebe, lazim e hûn dest ji çekan berdin.

Lewra teqîna tifingê dibe astengiyeke mezin li ber safîkirina meseleya Kurdan.

Her wiha hinek partî û saziyên nijadperest jî hene naxwazin ev proses bi erênî bi dawî bibe.”

“Dema zimanê me tune be, em jî tune ne”

Parlamenterê HUDA PARê li ser mafên Kurdan û bi taybetî jî li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî rawestiya û destnîşan kir ku divê ev maf bê dayîn.

Serkan Ramanli wiha axivî, “Perwerdeya bi zimanê Kurdî ne mumkin nîne. Her wek hûn jî dizanin, biryara dersên bijarte di dibistanan de hebû.

Beriya ku me dest pê kir, dora 25 hezar kes, zarokên wan ew ders tercîh kiribûn.

Piştî ku me dest pê kir, bi van kar û barên saziyên sivîl jî, hejmar hate ser 60 hezarî.

Ev jî bes nîne, divê bi milyonan zarokên Kurdan van dersan tercîh bikin.

Lewra dema ku zimanê me tune be, em jî tune ne. Hebûna me dikeve astengiyeke mezin. Ev ji bo me metirsiyeke mezin e.”

“Em birayên hev in”

Serkan Ramanli di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtî û biratiya gelên Kurd û Tirk û wiha got:

“Lazim e em rêya aştî û biratiyê xurt bikin û berfirehtir diyar bikin ku gelê Tirk jî, gelê Kurd jî ji vê halê nerazî ne û dixwazin bi rêyeke aştî meseleya xwe çareser bikin.

Lewra em birayên hev in, zêdeyî hezar salî ye ku em bi hev re dijîn û biratiya me jî li gel Îslamê ye. Îslamê em kirine bira.

Dema ku em li gorî bîr û baweriya xwe tevgera xwe biguherînin, înşallah ew rewşa me jî diguhere û em ê heq û mafê hevdu biparêzin û biratiya xwe jî berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst