Murat Karayilan: CHPyê şaşî kir

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Abdullah Ocalan Pêvajo Komîsyon Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji fermandarên HPGyê Murat Karayilan ragihand ku biryara Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo çûyîna Îmraliyê "biryareke rast û di cih de ye" û rexne li Partiya Gel a Komarî (CHP) girt ku beşdarî dengdanê nebûye.

Karayilan her wiha eşkere kir ku vekişîna wan a ji hinek deverên Bakurê Kurdistanê û Zapê ji bo pêşîvekirina li pêvajoya siyasî bûye lê hişyarî da û got, "Êdî em gihîştine dawî. Tiştekî din ê ku em bikin nîne. Ji niha û pê ve divê pêvajo derbasî qonaxa gavên qanûnî bibe."

Yek ji fermandarên HPGyê Murat Karayilan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TVyê bû û pirsên li ser pêvajoya nû ya bi Tirkiyeyê re û bipêşgeşedanên li herêmê bersivandin.

"Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê rast e"

Karayilan li ser biryara Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku roja Înê bi piraniya dengan biryar da biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, axivî.

Karayilan diyar kir ku muxatabê sereke yê pirsgirêkê Ocalan e û got:

"Dawiya dawî Komîsyonê biryar da ku biçe Îmraliyê, biçe gel Rêber Apo. Ev biryareke rast, di cih de û pêwîst bû.

Wekî ku Birêz Devlet Bahçelî got, heta ku bi mixatabê esasî re neyê nîqaşkirin di vê pêvajoyê de pêşketin nabe. Em hêvî dikin ku komîsyon ne seranser, lê bi esasî nêzîk bibe."

Rexneya tund li CHPyê: "Şaşî kirin"

Murat Karayilan helwesta CHPyê ya ku beşdarî dengdana komîsyonê nebû rexne kir û diyar kir ku ev helwest li dijî îmaja wan a "dostaniya Kurdan û demokrasiyê" ye.

Karayilan wiha got: "Bi dîtina min CHPyê şaşî kir. Ev helwesta CHPyê wê li wê vegere.

Ji ber ku CHPyê salên dawî dîmenekî welê nîşan dida ku weke dostê Kurdan e, alîgirê çareserî, demokrasî û aştiyê ye.

Ev nêzîkatiya ku li komîsyonê nîşan da li dijî îmaja wan e.

Niha yek ji berpirsyarên CHPyê îdîa kir ku ew bi navê civakê jî diaxive û got, ew rast nabîne ku mijar di çûyîna Îmraliyê de asê bimîne.

Ev helwesta wan gelekî şaş e. Em li bendê ne ku rêveberiya CHPyê vê şaşitiya xwe bibîne û jê vegere."

"Em dixwazin Kurd di qanûnan de cih bigirin"

Murat Karayilan diyar kir ku rexneyên derbarê "gavên yekalî" de ku ji aliyê hinek derdoran ve têne kirin, ew bi rêzdarî pêşwazî dikin û got, "Eger dewlet jî bi rastî çareseriyê dixwaze divê êdî gavê biavêje."

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got, "Rêber Apo dibêje, 'Ez dixwazim ji Kurdan re cihekî biafirînim' û Kurd li Tirkiyeyê û cîhanê xwedî cihekî qanûnî nînin.

Kurd îro li cîhanê nifûsa kelpe ne, yanî li derveyî nifûsê ne, qeyda xwe nîne. Em niha dixwazin Kurd li Komara Tirkiyeyê ji aliyê qanûnî ve xwedî cihekî bin."

"Em hurmetê nîşanî hemû rexneyan didin"

Karayilan li ser pirsa rexneyên "gavên yekalî" got:

"Rexne dema ku bi vî rengî bi durustî û cidî bêne kirin, em bi rêzdarî nêzîk dibin. Em hurmetê nîşanî hemû rexneyan didin û gelekan jî li ber çavan digirin. Em dixwazin di vê mijarê de gavê biavêjin û pêşketinê pêk bînin. Ev ne tiştekî hêsan e."

"Êdî em gihîştine dawî"

Karayilan diyar kir ku gavên wan ên vekişînê di çarçoveya perspektîfên Ocalan de hatine avêtin û hişyarî da:

"Ev gavên ku me heta niha li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo avêtin hemû yekalî ne.

Ji bo pêvajo nexitime û bimeşe hatin avêtin. Lê belê vê jî bibêjim; êdî em gihîştine dawî.

Tiştekî din ê ku em bikin nîne. Ji niha û pê ve divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn yanî derbasî qonaxa avêtina gavên qanûnî bibe.

Eger ev gav neyên avêtin wê pêvajo ber bi xitimandinê ve biçe. Eger dewlet jî bi rastî çareseriyê dixwaze divê êdî gavê biavêje."

"Kurd îro nifûsa kelpe ne"

Karayilan bal kişand ser rewşa Kurdan a hiqûqî û wiha pê de çû:

"Rêber Apo dibêje, 'Ez dixwazim ji Kurdan re cihekî biafirînim'. Kurd li Tirkiyeyê û cîhanê xwedî cihekî qanûnî nînin. Li Neteweyên Yekbûyî nûnerekî bi tenê yê Kurdan nîne.

Di salên 1970-80'î de ji kesên bê nasname re 'Nifûsa Kelpe' dihate gotin. Kurd îro li cîhanê nifûsa kelpe ne, yanî li derveyî nifûsê ne, qeyda xwe nîne.

Em niha dixwazin Kurd li Komara Tirkiyeyê ji aliyê qanûnî ve xwedî cihekî bin. Tenê bi vî rengî komar dikare bibe komareke demokratîk."

"Divê Tirkiye netirse"

Di dawiyê de Karayilan destnîşan kir ku xebatên Ocalan ne tenê ji bo Kurdên Bakur e û got:

"Ev karê ku Rêber Apo dimeşîne ne tenê ji bo Kurdên li Bakur e, ji bo Kurdan hemûyan e.

Eger Dewleta Komara Tirkiyeyê Kurdan bi rengekî qanûnî qebûl bike, wê demê dikare bi Kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî dostaniyê bike û hevkariyê bike.

Em dixwazin di mijara têkiliya navbera gelên Kurd-Tirk-Ereb de serdemeke nû bidin destpêkirin.

Eger ev dostanî nebe, tenê têkiliyên taktîkî wê bibe. Rewş niha bi vî rengî ye, ji ber ku ditirsin.

Divê Dewleta Tirk ji Kurdan netirse. Lê belê ji ber ku heta niha ditirse, têkiliyên xwe yên bi Başûr re û parçeyên din re di asta taktîkî de ye.

Bêguman têkiliyên bi vî rengî sibe, dusib dikarin ji holê rabin. "

"Me gavên yekalî avêtin lê êdî em gihîştine dawiyê"

Karayilan di bersiva pirsa derbarê "gavên yekalî" yên wekî vekişîna ji hinek deveran de daxuyaniyên girîng dan.

Wî piştrast kir ku wan di çarçoveya planekê de hêzên xwe ji hinek deverên Bakurê Kurdistanê û herêmên wekî Zap û Girê Baharê vekişandine da ku rê li ber provokasyonan bigirin û rêya siyasetê vekin.

Lê belê Karayilan hişyarî da ku ew êdî nikarin gavên din biavêjin û wiha pê de çû:

"Ev gavên ku me heta niha li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo avêtin hemû yekalî ne.

Armanca van gavên girîng bipêşvebirina çareseriya siyasî yanî pêvajoya siyaseta aştî û demokratîk e. Lê belê vê jî bibêjim; êdî em gihîştine dawî.

Tiştekî din ê ku em bikin nîne. Ji niha û pê ve divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn yanî derbasî qonaxa avêtina gavên qanûnî bibe

Eger ev gav neyên avêtin wê pêvajo ber bi xitimandinê ve biçe."

Bersiva ji bo kesên ku dibêjin "PKK qediyaye"

Karayilan îdiayên ku dibêjin "PKK ji ber bêhêziyê qediya ye an xwe fesix kiriye" red kirin û xistina balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê wekî mînak nîşan da.

Karayilan got, "Mînak, me îsal di 1ê Adarê de agirbest ragihand. Di 14ê Çiriya Pêşîn a 2025an de dîsa li Qendîlê balafira keşfê ya Akinci hate xistin.

Eger tevgerek karibe balafira keşfê ya herî pêşketî ya bi 12000 metreyî dikare bifire tîne xwarê, gelo tevgereke lawaz e?

Eşkere ye ku li holê hêz û îradeyek heye. Me dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî û PKK fesix kir.

Ne ji ber ku em bêhêz bûn me ev kir, ji ber ku em çareseriyê dixwazin me ev kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst