Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma Partiya Rêya Nû û Endamê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Kaya got, "Divê rakirina tundiyê ji rojevê, bi berfirehkirina demokrasiyê were piştgirîkirin."
Siyasetmedar Kaya da zanîn ku pêvajoya nû ya çareseriyê jî ji ber ji ber pêdiviya ewlehiyê dest pê kiriye.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Bulent Kaya yek ji beşdarên konferansê ye û di panelekê de gotarek pêşkêş kir. Kaya di destpêka axaftina xwe de spasiya beşdaran kir û hewldana Navenda Lêkolînan a Rûdawê ya ji bo anîna aliyên cuda cem hev bi qîmet dît.
“Pêvajoyê bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir”
Parlamenter Kaya motîvasyonên destpêkirina pêvajoya aştiyê şîrove kir û wiha got:
"Pêvajoya çareseriyê ya 2009-2012yan zêdetir bi demokratîkbûn û azadiyê ve girêdayî bû. Wê pêvajoyê ewlehiyê di rêza duyem de didît."
Kaya da zanîn ku pêvajoya 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an ne ji ber daxwaza demokratîkbûnê lê ji ber pêdiviya ewlehiyê ya Tirkiyeyê dest pê kir.
Serokê Koma Partiya Rêya Nû bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya 2009-2012yan ji dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê dihat lê pêvajoya niha ji ber rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê dest pê kiriye.
Bulent Kaya anî zimên ku pêvajoyê bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir.
Siyasetmedar Kaya diyar kir ku Ocalan di 27ê Sibatê de daxwaza fesixkirina rêxistinê û danîna çekan kiriye.
Kaya diyar kir ku piştî vê yekê rêxistinê kongreya xwe li dar xist û biryar wergirt.
Wî merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê jî wekî yek ji xalên krîtîk ên pêvajoyê bi nav kir.
Endamê Komîsyonê da zanîn ku desthilat hewl dide mijarê di çarçoveyeke teng a ewlehî û danîna çekan de bigire dest.
Li gorî Kaya divê partiyên mixalefetê kêmasiyên demokrasiyê û pirsgirêkên hiqûq û dadê jî bînin rojevê.
Serokê Koma Partiya Rêya Nû Kaya di berdewamiyê jî de got, "Li Tirkiyeyê gelek maf û azadiyên bingehîn bi hinceta şer û tundiyê dihatin paşguhkirin.
Madem ku Tirkiyeyê biryar daye şer û tundî ji rojeva xwe derxe, divê têgihiştina teng a demokrasiyê jî were berfirehkirin."
Kaya tekez kir ku partiyên mixalefetê li ser vê yekê israr dikin.
“Divê tayînkirina qeyûman bi dawî bibe”
Bulent Kaya diyar kir ku yek ji rojevên sereke yên Komîsyonê, amadekirina pêşniyarên yasayî û îdarî ne.
Kaya 4 xalên sereke yên xebata Komîsyonê destnîşan kir û got: “Divê burokrasî, siyasetmedar, aliyên mexdûr ên wekî malbatên şehîd û gaziyan, Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê, saziyên civaka sivîl û akademîsyen nêrînên xwe pêşkêşî komîsyonê bikin.
Divê baweriya aliyên cuda ya ji bo pêvajoyê were xurtkirin. Divê ji bo guhertinên yasayî û îdarî pêşniyar werin amadekirin.
Pêwîst e kêmasiyên demokrasiyê û maf û azadiyên bingehîn wekî rapor bên amadekirin.
Kaya pêşniyareke şênber jî kir û got, "Rakirina tayînkirina qeyûman dikare wekî gaveke erênî ya destpêkê be."
“Komîsyona li parlamentoyê dê rê li ber çareseriya demokratîk veke”
Serokê Koma Partiya Rêya Nû da zanîn ku Komîsyon nûnertiya ji sedî 95ê parlamenteran dike.
Li gorî baweriya Kaya nûnertiya berfireh dê ji bo yasayîkirina lihevkirinan a li parlamentoyê bibe alîkariyeke cidî.
#GRAFÎK - Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2025
🗣️"Pêvajoya nû ji ber pêdiviya ewlehiyê dest pê kir" pic.twitter.com/rQkNLw3FPz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse