Mela Bextiyar: Serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye

01-09-2025
RÛDAW
Mela Bextiyar\ Wêne - Rûdaw
Mela Bextiyar\ Wêne - Rûdaw
Nîşan Bulent Kaya Pêvajoya Çareseriyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Mela Bextiyar Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mela Bextiyar, di konferansa Rûdawê de li ser pêvajoya aştiyê axivî û got, “Serdema têkoşîna çekdarî bi daw bûye.”

Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.

Siyasetmedarê Kurd Mela Bextiyar jî di konferansê de gotarek pêşkêş kir.  

Wî got, hatina aştiyê ya ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke "zehmet" e.

Li gorî Bextiyar, sedema vê yekê ew e ku di dirêjahiya dîrokê de têgihiştineke Tirkiyeyê ya li hemberî Pirsgirêka Kurdan û demokrasiyê şaş bûye.

Mela Bextiyar diyar kir ku dema zihniyeteke nedemokratîk li desthilatdariyê serdest be, ew bi xwe re raya giştî ya nedemokratîk jî ava dike.

Li gorî Bextiyar avakirina alternatîfeke demokratîk ji bo wê raya giştî zehmet e.

Wî amaje bi danîna çekan a 11ê Tîrmehê ya 30 gerîlayên PKKyê kir û pirsî, "Çima pirs nakin bê çima çek hat hildan?"

“Eger azadî û mafê çarenivîsê hebe ti kes çekê hilnagire”

Li gorî Mela Bextiyar, ti neteweyek li Rojhilata Navîn bi qasî Kurdan aştî û azadiyê naxwaze û got:

"Eger Tirkiye û hemû dewletên herêmê li sedemên çekhildana Kurdan bikolin, dê bizanibin ku eger azadî û mafê çarenivîsê ji her neteweyekê re were dayîn, ew dê hawara xwe nebin bo çekan çekan hilnegirin."

Mela Bextiyar bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di aştiyê jî de û got, berjewendiya Herêma Kurdistanê di aştiya bi cîranan re ye.

Wî got, "Em ji ber têkoşînên rizgarîxwaz ên li parçeyên din ên Kurdistanê, her tim di bin zexta Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de bûn."

Siyasetmedarê Kurd Tirkiye rexne kir û diyar kir ku Tirkiye 100 sal e ji ber şerê li Kurdistanê qurbanan dide û zerereke mezin dîtiye.

Wî da zanîn ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê îradeyek heye, lê "hîn îradeya demokrasiyê nîne."

“Demokrasî tenê bi dan û standinê pêk nayê”

Li gorî wî, demokrasî tenê bi dan û standin û danîna çekan pêk nayê, divê sîstematîk hebe û di destûrê de cih bigire.

Mela Bextiyar di dawiya axaftina xwe de got, çareserkirina Pirgirêka Kurdan di berjewendiya Tirkiyeyê de ye.

Li gorî gotina Mela Bextiyar berjewendiya hemû partiyên Kurdistanî jî di wê de ye ku pirsgirêk bi demokrasiyeke rasteqîn bi dawî bibe.

Bextiyar amaje bi wê yekê jî kir ku piştî bi dawîbûna Şerê Sar serdema têkoşîna çekdarî jî bi dawî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst