Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma Partiya Rêya Nû û Endamê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Kaya ragihand ku daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi komîsyonê re hîn nehatiye rojeva Komîsyonê.
Parlamenterê Partiya Saadetê û Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya li Hewlêrê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hîwa Cemal bersivandin.
Kaya, pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê, cudahiyên wê yên ji pêvajoyên berê û rola rîskên ewlehiya herêmî nirxand.
Pêvajoya nû: Destpêkeke ewlehîparêz
Bulent Kaya diyar kir ku pêvajoya heyî bi ferqeke bingehîn ji pêvajoyên 2009 û 2012an dest pê kiriye û got:
“Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku bi daxwaza azadî û demokrasiyê derketiye holê. Zêdetir pêvajoyeke ku bi fikarên ewlehiyê, bi taybetî jî bi handana rîskên ewlehiya herêmî derketiye holê.”
Kaya hişyarî da ku dibe ku ev rewş hêviyên mezin ên derbarê demokrasî û azadiyan de pûç bike.
Rewşa Sûriyeyê û rola PKKyê
Kaya destnîşan kir ku pêvajo di bin bandora geşedanên li Sûriyeyê de ye û anî ziman:
“Ev ne pêvajoyeke ku tenê bi vîna Tirkiyeyê pêk were. Em behsa cografyayeke ku welatên cuda, gelên cuda yên li wir xwedî daxwaz û hêviyên cuda ne dikin.”
Bulent Kaya da zanîn ku daxwaza Tirkiyeyê ji Sûriyeyê ew e ku li wir avaniyeke çekdar a ku gefê li wê bike tune be.
Kaya got ku daxuyaniyên PKKyê yên derbarê xwefesihandinê û nebûna gefê ya li ser yekparçeyiya axa Tirkiyeyê de bersivê didin vê rîska ewlehiyê, lê belê hêviyên cuda yên Îsraîlê yên li herêmê dibe ku bandoreke neyînî li pêvajoyê bikin.
“Daxwaza Ocalan a hevdîtinê hîn ne ketiye rojevê”
Bulent Kaya, da zanîn ku daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi komîsyonê re hîn nehatiye rojeva komîsyonê.
Kaya her wiha got, heke daxwazeke bi vî rengî bigihije wan, komîsyon dê ji bo berjewendiya pêvajoyê mijarê binirxîne û biryarekê bide.
“Pêvajo li gorî plankirinê dimeşe”
Kaya bal kişand ser wê yekê ku Komîsyona Yekîtiya Niştimanî û Demokrasiyê xebatên xwe didomîne û ew guh didin dewletmedarên berê, mexdûrên pêvajoyê, cîhana kar, sendîka û saziyên civaka sivîl.
Bulent Kaya rexneyên ku dibêjin komîsyon hêdî dixebite red kir û got:
"Em behsa bidawîkirina têkoşîneke 40 salî ya biçek dikin. Dema ku mirov li ber çavan bigire ku ev di nava pêvajoyeke çend mehan de çareser nebûye, ez wisa difikirim ku pêvajo li gorî ku hatiye plankirin dimeşe.”
Kaya da zanîn ku ew hêvî dike ji nîvê meha îlonê û pê de gavên berbiçavtir bên avêtin.
Nêrîna ewlehîparêz û derfeta demokratîkbûnê
Bulent Kaya ducare kir ku ev pêvajo bi giranî wekî mijareke ewlehiyê dest pê kiriye, lê wekî ku ew fêhm dike, Ocalan jî vê rewşê, her çend tenê ji ber sedemên ewlehiyê derketibe holê jî, wekî derfetekê dibîne ku pirsgirêkên têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê bên rakirin û ev mijar li ser zemîneke siyasî bên axaftin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse