Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku kompanyayeke Tirkiyê daxwaza razîbûnê kiriye da ku li Herêma Kurdistanê santraleke hilberîna karebayê ava bike.
Li gorî wezaretê, cihê ku ji bo projeyê hatiye pêşniyarkirin parêzgeha Dihokê ye.
Wezareta Karebayê eşkere kir ku Wezîrê Karebayê Kemal Mihemed Salih Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Etabîrê Altan Anadol pêşwazî kiriye.
Anadol bi şandeyeke ji Kompanyaya Teknosî ya pisporê warê damezrandina santralên karebayê yên bi gazê re serdana Herêma Kurdistanê kiribû.
Li gorî Wezareta Karebayê, armanca serdanê ew bû ku razîbûn li ser damezrandina santrala karebayê ya ku bi gazê dixebite were dayîn.
Kapasîteya projeyê di navbera 288 û 440 megawattî de ye û mesrefa wê 150 milyon euro ye.
Birêvebirê Giştî yê Hilberîna Karebayê Faris Mîrxan ji Rûdawê re got, "Kompanyaya Etabîr serdana Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz kiriye ku li Dihokê santraleke hilberîna karebayê damezrîne û ji bo vê mijarê li benda razîbûna wezaretê ne."
Faris Mîrxan her wiha got, "Em dê li ser hûrgiliyên projeyê lêkolînê bikin û paşê bersiva wan bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse