Wezareta Karebayê: Ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bû

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Qada Gazê ya Kormorê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku êriş bûye sedema qutbûna giştî ya tora karebaya niştimanî û got:

“Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Wezaretên Kareba û Çavkaniyên Xwezayî ragihand ku piştî êrişê wan maseya krîzê ya hevpar ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tîmên Wezaretên Çavkaniyên Xwezayî û Karebayê û Şirketa Dana Gasê ya ku qadê dixebitîne, ji bo tesbîtkirina qebareya ziyanê û ducare xebitandina sîstemê di nav hevahengiyê de ne.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst