Agirê li daristanên Îlamê hat kontrolkirin

01-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Agirê Daristanan Îlam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Krîzan ê Parêzgeha Îlamê ragihand ku piştî hewldanên du rojan, şewata li daristanên devera Siyeçeliyê ya parêzgehê hat kontrolkirin.

Birêvebirê Birêvebiriya Krîzan a Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê Elî Mihemed Pakdilnejad, ragihand ku şewata daristanên devera Siyeçeliyê ji aliyê tîmên Birêvebiriya Krîzan û xelkê herêmê ve hatiye vemirandin.

Elî Mihemed Pakdilnejad got, roja înê şewateke mezin li daristanên deverê derketibû û beriya nîvroya roja Şemiyê hatibû vemirandin lê êvara heman rojê ji ber bayê ji nû ve geş bû.

Piştî du rojan, bi beşdariya tîmên Birêvebiriya Krîzan a parêzgehê û alîkariya xelkê herêmê, şewat bi temamî hat vemirandin.

Li gorî Rêveberê Krîzan ê Îlamê, ji ber bayê, dijwariya erdnîgariya herêmê û qada berfireh a daristan û pûş û pawanê, vemirandina şewatê dijwartir bû.

Elî Mihemed Pakdilnejad her wiha diyar kir ku 200 kes beşdarî vemirandina şewata li daristanên devera Siyeçeliyê bûne û du helîkopter jî ji bo veguhestina tîman û kelûpelên wan di kontrolkirina şewatê de hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst