Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Giştî ya Çavkaniyên Xwezayî ya Îlamê ragihand ku ji destpêka Newroza îsal ve 39 caran agir bi daristan û mêrgên parêzgehê ketiye û di encamê de zêdetirî hezar û 400 hektar şewitiye.
Birêvebira Giştî ya Çavkaniyên Xwezayî ya Îlama Rojhilatê Kurdistanê Yasemîn Xan Mihemediyanê, amarên taybet ên bûyerên şewatê yên li sînorê parêzgehê eşkere kir.
Li gorî Mihemediyanê ji 21ê Adara 2025an ve 39 caran agir bi daristan û mêrgên parêzgehê ketiye û beşek ji wan bi qestî bûne.
- Birêvebira Giştî ya Çavkaniyên Xwezayî ya Îlamê diyar kir ku di wê demê de zêdetirî hezar û 400 hektar daristan û mêrg şewitiye û piraniya wan jî li deverên çiyayî bûne.
Yasemîn Xan Mihemediyanê amaje bi cezakirina wan kesên ku dibin sedema şewatên daristanan kir û got: “Her kesê ku bi qestî agir berde daristan û mêrgan, li gorî qanûnê dê bi cezayê pereyan û hepsa ji 3 mehan heta 10 salan were cezakirin.”
Rûbera parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî du milyon hektar e. Sedema sereke ya piraniya şewatan mirov in lê sedemên xwezayî jî rolekê dilîzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse