AMED - Bîr bû gora 4 pismaman û birînên kûr li pey xwe hiştin

01-10-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mirovên qurbaniyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mirovên qurbaniyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Çêrmûg Bîr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li herêma Nîşnikê ya navçeya Çêrmûgê ya Amedê 4 pismamên hev di bîreke avê de ji ber gaza karbonmonoksîtê mirin.

Li gundê Beybaxiyê yê li herêma Nîşnikê ya Çêrmûga 4 kesan di bîra avê de canê xwe ji dest da.

Dema yek ji pismaman dixwaze ava bîrê bi motorê veguhêze û bîrê paqij bike ji ber gaza karbonmonoksîtê difetise.

Pismamek dixwaze wî xilas bike, ew jî dikeve. Her yek dema dixwaze pismamekî xwe xilas bike dikevin.

Çar pismam li pey hev canê xwe ji dest didin.

Mikaîl Karabagê birayê qurbaniyekî ji Rûdawê re got:

“Birayê min bû, pismamê min bû, kesekî xerîb tunebû. Motora avê biribûn.

Motor bi benzînê dixebitî. Dema dane xebitandin ji egsozê dû derketiye. Bi karbonmonoksîta ku di nava bîrê de yek dikeve.

Paşê yê din dixwaze wî xilas bike, ew jî dikeve yê din tê dixwaze wî xilas bike, ew jî dimire.

Hemûyan xwestiye hev xilas bikin û yek bi yek bi gazê ketine.”

Niştecihê Gundê Beybaxiyê Omer Şen jî got, “Wan Xwestiye ku bîra avê paqij bikin. Di binê bîrê de av hebûye, motor birine. Xebitandine.

Gaza karbonmonoksîtê jê derdikeve, canê xwe ji dest didin. Bi xazê difetisin. Çar heb biraziyên me wisa mirin.”

3 ji wan xwedî zarok bûn

Di nava çar qurbaniyan de tenê Kemal Karabagê 18 salî azeb e, yên din xwedî zarok in.

Dogan Yamanerê ji heman gund jî got, “Çar zewicî bûn, tenê yek bekar bû. Yên din hemû xwedî zarok bûn.

Eger xelet nebim ê yekî çar heb, ê yekî du heb û yê li Îzmîrê rûdinê jî yan du heb yan sê heb in.”

Li gorî gundiyên Nîşnikê, qurbaniyên ku paşnavên wan Karabag in li navenda Çêrmûgê dijiyan.

Qurbaniyê bi navê Henîfî Yeşîlyaprak jî wê rojê ji bo mêvaniyê ji Îzmîrê çûye Çêrmûgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst