AMED - Ava kanalîzasyonan tê paqijkirin û piştre bo Çemê Dîcleyê tê berdan

11-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Amed Bismil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava pîs û gemar a kanalîzasyonan li navendeke paqijkirin û parzûnkirina ava bikarhatî ya li navçeya Bismilê ya Amedê tê paqijkirin û piştre bo Çemê Dîcleyê tê berdan.

Armanc ji vî karî ew e ku ava çem neyê pîskirin û jiyana candarên di nav avê de bê parastin.

Rêveberê Giştî yê Saziya Karûbarên Avî ya Amedê Firat Tutşî got “Bi van xebatan em, kanî, av, rûbar û çemên xwe yên li vê navçeyê diparêzin. Bi vê jî em jiyana wan candarên ku li qada xwe ya xwezayî dijîn diparêzin û em hewl didin berdewamiyê bi jiyana wan bidin. Li aliyê din welatiyên me bo avdanê ava çem bikar tînin. Bi vî awayî jî ava paqij bikar tînin. Berovajî vê dema bi ava pîs berhemên xwe av didin wê demê jî jiyana xwezayî û biyolojîk têk diçe.”

Ava pîs ji aliyekî ve tê navenda paqijkirinê, piştî parzûnkirinê ji aliyê din ve bi paqijî û zelalî dirije nav çem û rûbaran.

Pisporên jîngehê dibêjin sûdeke zêde ya navendên bi vî rengî bo jîngeha Amedê û çavkaniyên wê yên avî heye û tekezê li ser zêde kirina wan dikin.

Endezyarê Jîngehê û Kordînatorê Projeyên Jîngehê li Zanîngeha Dîcleyê Oguzhan Eyigun dibêje “Li bajarê me yê Amedê, bi parzûnkirina ava bikarhatî li navendên safîkirina avê û berdena wê bo nav çavkaniyên avî, em jiyana candarên di nav wan de têk nadin. Em bi vê yekê rê li ber bandorên nerênî yên li ser jîngehê jî digirin û çavkaniyên xwe yên xwezayî yên avî pîs nakin. Herwiha em kalîteya ava vexwarinê ya gelek welatên ku ligel me ji Çemê Dîcleyê sûdê dibînin xirab nakin.”

Ji bilî navçeya Bismilê, li navenda bajarê Amedê û navçeyên wê yên Gêl û Hênê jî navendên parzûnkirin û paqijkirina ava bikarhatî hene.

Niha hejmara wan 4 e, lê berpirsên Amedê dibêjin ew dê di nav 2 salan de li hemû navçeyên Amedê navendên wiha ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst