BANE - Îranê gule li kolberan reşandin: Rêbiwarê 38 salî hat kuştin

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kolber Bane Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li herêmên sînorî yên Baneyê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberekî bi navê Rêbiwar Mihemedzade canê xwe ji dest da.

Rêbiwar Mihemedzadeyê 38 salî, zewicî bû û bavê 2 zarokan bû û ji gundê Sîpîdarê yê bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Kolberekî ku bi Rêbiwar Mihemedzade re bûye ji rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê re gotiye ku hêzên Îranê bêyî hişyariyeke pêşwext gule li wan reşandine.

Bûyer li sînorê Sûr Kêwê yê Baneyê qewimiye û termê Rêbiwar Mihemedzade ji bo Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbiyê ya li Baneyê hatiye veguhestin.

Hêzên Îranê 25ê Îlona 2025an jî li herêmên sînorî yên Baneyê gule li hejmarek kolberan reşandibûn û di encamê de kolberekî bi navê Qasim Ezîzî canê xwe ji dest dabû.

Li gorî amarên Kolber Newsê, di 6 mehên ewil ên sala 2025an de herî kêm 30 kolber li Urmiye, Sine û Kirmaşanê hatine kuştin ku 13 ji wan bi guleyên hêzên Îranê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye