Ebas Welî li ser danîna çekan hişyarî da partiyên Rojhilatê Kurdistanê

01-10-2025
Ebas Welî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ebas Welî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Partiyên Kurdan Rojhilatê Kurdistanê Danîna Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Teorîsyen û Akademîsyenê Kurd Ebas Velî hişyarî da partiyên Rojhilatê Kurdistanê da ku çekên xwe daneynin.

Ebas Welî di dema yekemîn Foruma Lêkolînên Kurdî ya li Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê-Silêmanî (AUIS) ji edîtorê Rûdawê Dîdar Abdulrehman re axivî û got ku divê komên wekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) û Komele hêza xwe ya leşkerî biparêzin.

“Xurtkirina hêza leşkerî girîng e”

Welî sedema vê yekê bi "rewşa krîtîk" a li welêt ve girê da û got ku divê ev kom li şûna danîna çekan şiyanên xwe yên leşkerî xurt bikin da ku amade bin û "heke li Îranê navend hilweşe" ew tevbigerin û got:

"Di rewşeke ew qasî krîtîk de ku niha li Îranê heye, divê hemû partiyên siyasî yên Kurd hêza xwe ya leşkerî biparêzin û tewr xurttir bikin, ji ber ku heke navend li Îranê hilweşe divê ew xwedî wê hêzê bin ku li herêma xwe serwer bin.

Ez bawer dikim ku mayîna bi çek û xurtkirina hêza xwe ya leşkerî girîng e û divê ew çavdêriya rewşa li Îranê bikin."

Piştî ku gelek lîderên Hizbulahê hatin kuştin, li Sûriyeyê rejîm guherî û Îsraîl û Amerîkayê bi mûşek û balafirên şer êrişî Îranê kir gelek alî dibêjin ku pêgeha Îranê ya li herêmê qels bûye.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî banga Abdullah Ocalan xwe fesix kir û tîrmeha borî 30 gerîlayan bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.

Parlamentoya Tirkiyeyê jî komîsyonek ava kiriye da ku çarçoveyeke yasayî ji bo pêvajoyê bibîne.

Rayedarên Tirkiyeyê angaşt dikin ku banga Ocalan a ji bo danîna çekdan hemû partiyên “girêdayî PKKyê” li xwe digire.

Lê PJAK û partiyên din ên Kurd ên li Îranê got ku banga Ocalan ji bo wan derbas nabe.

Ebas Welî teqez kir ku şert û mercên li Îranê cuda ne û danîna çekan ji bo partiyên "siyasî" yên Kurd ên li Îranê ne tiştek e ku li serê were fikirîn û li pey çû:

"Rewşa li Îranê gelekî hestyar e, em nizanin dê çi bibe. Heger niha ti partiya siyasî ya Kurd a li Îranê li ser danîna çekan bifikire, ez bawer im divê serê xwe kontrol bikin."

"Divê fermandariyeke leşkerî ya yekgirtî ava bikin"

Teorîsyenê Kurd amaje bi wê yekê kir ku komên Kurd ên li Îranê tekane beşa "hevgirtî" ya "mixalefeta" welat dimînin û pêwendiyên xwe yên nêzîk bi bingeha xwe ya gelêrî re diparêzin.

Wî ji ber wê sedemê got ku divê ew hem bi çek bimînin û hem jî di heman demê de ji bo avakirina fermandariyeke leşkerî ya yekgirtî bixebitin da ku ji bo rûxîneke gengaz a rejîma heyî amade bin û biland:

"Tiştê pir girîng ew e ku divê ew bibin yek û divê ew bi rastî fermandariyeke leşkerî ya yekgirtî ava bikin û ev fermandariya leşkerî ya yekgirtî dê ji bo kontrolkirina Rojhilat, kontrolkirina Kurdistana Îranê, heke rejîma li navendê hilweşe bi temamî krîtîk be.”

"Pêvajo li pişt deriyên girtî ye"

Ebas Welî di heman demê de bang li partiyên Kurd ên li Îranê kir ku li ber xwe bidin, wî her wiha gumanên xwe derbarê pêvajoya aştiyê ya heyî ya di navbera PKK û Enqereyê de anîn ziman û hişyarî da ku ew "li pişt deriyên girtî û bi dizî" tê birêvebirin û got:

"Hem hikûmet û hem jî tevgera Kurd vê pêvajoyê li pişt deriyên girtî û bi dizî dimeşînin.

Ev gelekî xerab e, neyînî ye, zererê dide doza Kurdan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst