Hewlêr (Rûdaw) - Hinek partî û komeleyên Tirkmenan ên li Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan biryar daye di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de piştgiriyê bidin lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Aliyên Tirkmenan, bi daxuyaniyeke hevpar bangî civaka Tirkmenan jî kir ku dengê xwe bidin vê lîsteyê.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Başûrê Kurdistanê her tim navenda biratî û bihevrejiyanê bûye û hat gotin:
"Gelê Kurdistanê, dûrî kîn û cihêkariyê, di nava ruhê bihevrejiyanê de ew şaristanî û çanda hêja parastiye.
Ev çand derbasî jiyana siyasî û birêvebiriyê jî bûye û mafên neteweyî û siyasî yên pêkhateyan (komên etnîkî û olî) hatine misogerkirin."
Hat diyarkirin ku ev rewş encama tifaq û yekîtiya di navbera partiyên siyasî yên pêkhateyan de ye.
Bi taybetî bal hat kişandin ser "pêwendiya dîrokî" ya di navbera civaka Tirkmenan û PDKyê de û piştgirî û parastina berdewam a Serok Mesûd Barzanî ya ji bo maf û daxwazên Tirkmenan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Ji ber vê yekê, wekî partiyên Tirkmenan ên navborî, me biryar da ku di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku dê 11ê Çiriya Paşîn bên kirin de, dengê xwe bidin lîsteya hejmar 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Em bangî civaka Tirkmenan dikin ku dengê xwe bidin vê lîsteyê da ku ev hêza niştimanî û têkoşer li Bexdayê maf û daxwazên pêkhateyan biparêze û berjewendiyên gelê Kurdistanê û hebûna Herêmê biparêze."
Partiyên Tirkmenan ên ku daxuyaniya hevpar îmze kiriye ev in:
Partiya Bipêşketinê ya Tirkmenan
Partiya Demokrat a Tirkmenan
Tevgera Demokrat a Tirkmenan
Partiya Rizgariya Niştimanî ya Tirkmenan
Komeleya Çandî ya Tirkmenan
Komeleya Lîberal a Tirkmenan
Partiya Gezeng a Tirkmenên Kerkûkê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse