Festîvala Hinaran a Helebceyê: Zêdetirî 400 hezar beşdar û 1,3 milyon dolar dahat

01-11-2025
RÛDAW
Dîmenê Festîvala Hinaran a Helebceyê /Wêne: Rûdaw
Dîmenê Festîvala Hinaran a Helebceyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Hinaran a Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgara Helebceyê û berpirsên din amarên sê rojên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê ragihandin û tekezî li ser serkeftina wê ya ji aliyê aborî, geştyarî û ewlehiyê ve kir.

Li gorî amaran, 419 hezar û 700 kesî serdana festîvalê kiriye.

Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê ji tîmên hikûmetê û rêxistinan bigirin heta hêzên ewlehiyê, polîs, asayîş, parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê spasiya hemû tîmên ku ji bo serxistina festîvalê kar kirine kir.

Parêzgara Helebceyê spasiya baxevan, xwedî pîşe û berhemên xwemalî kir û got:

"Careke din we selmand ku rihê rastîn ê vî bajarî di destê westiyayî yê wan cotkaran de ye ku jiyan bexşiye axê."

Wê her wiha spasiya ciwanên xwebexş kir û ew wekî "dînamoya birêxistinkirina karan" bi nav kir.

Nuxşe Nasihê amaje pê kir ku festîval, "peyameke zelal bû ji Helebceya paytexta aştî û bajarê şehîdan ji bo hemû cîhanê, peyama jiyan, avedanî û pêkvejiyanê."

Dahata firotinê gihişte 1,7 milyar dînaran

Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Helebceyê Star Mehmûd amarên firotina berheman ên di sê rojên festîvalê de ragihand û got:

"Xoşbextane derfeteke gelekî baş hate peydakirin ji bo firotina wan berheman."

Li gorî gotina Star Mehmûd, dahata giştî ya firotinê di nava sê rojan de gihiştiye milyarek û 700 milyon dînaran (nêzikî 1,3 milyon dolar) ku bi vî awayî dabeş bûye:

- Berhemên çandiniyê: 700 milyon dînar

- Xwaremenî: 800 milyon dînar

- Karê destan: 200 milyon dînar

Wî pêşbînî kir ku amar ji vê jî zêdetir be, ji ber ku ew hejmar heta saet 17:00ê roja sêyem bûn.

Zêdetirî 419 hezar geştyarî çûn Helebceyê

Li aliyê din, Birêvebirê Geştûguzariyê yê Helebceyê Çiya Qasimê, amarên hatina geştyaran ragihand û got:

"Li gorî amarên me, hejmara serdaner û geştyaran 419 hezar û 700 kes bûye."

81 hezar otomobîlên biçûk, 204 mîdîbus, 720 mînîbus, 55 otobusên mezin û 4 hezar û 900 motosîklet ji bo festîvalê derbasî nav parêzgeha Helebceyê bûne.

Çiya Qasim her wiha eşkere kir, "Ji sedî 35 heta 40ê wan geştyaran serdana deverên din ên geştyarî yên sînorê me kirine.

Ev ji hefteyekê zêdetir e ku hemû cihên mana geştyaran heta roja yekşem û duşemê hatine girtin."

Zêdetirî 5 hezar derfetên kar hatin peydakirin

Berpirsê Tora Rêxistinên Helebceyê Erselan Abid jî ragihand, "Festîval bûye sedema peydakirina derfetên kar ji bo pîşekar, cotkar, jinên destrengîn û ciwanên vê deverê."

Li gorî gotina Erselan Abid, di 700 standan de, 2 hezar û 100 derfetên kar ên rasterast û zêdetirî 3 hezar derfetên kar ên nerasterast hatine peydakirin.

Erselan Abid her wiha amaje pê da, "Zêdetirî hezar platformên medyayî û medyaya civakî di nav festîvalê de kar kirine."

Ti rûdana ewlehiyê çênebû

Di dawiya konferansa rojnamegeriyê de Qaymeqamê Helebceyê Simko Salar tekezî li ser serkeftina plana ewlehiyê ya festîvalê kir û ragihand:

"Li gel hatina ewqas geştyar û mêvanan, ti rûdana me ya ku hêjayî gotinê be çênebûye."

Qaymeqamê Helebceyê spasiya hêzên ewlehiyê kir û pesnê rola ciwanên bajêr da ku "bi awayekî xwebexş karê hêzên ewlehiyê û karmendên hatûçûnê kirine" û nehiştine ti cure "şer û alozî" derkeve.

Li gorî amarên organîzatorên festîvalê, par 285 hezar û pêrar jî 270 hezar serdaner û geştyar çûbûn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê û dahata wê milyarek û 435 milyon dînar bû.

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, berhema salane ya Hinarê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 hezar ton e ku nêzîkî 30 hezar ton jê li parêzgeha Helebceyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst