Festîvala Hinaran a Helebceyê: Derfetek ji bo bipêşxistina berhemên xwemalî

18-10-2025
RÛDAW
Nîşan Helebce Festîvala Hinaran a Helebceyê Hewraman Celal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Helebceyê, desteya amadekar amadehiyên dawî yên Festîvala Hinaran dike.

Desteyê diyar kir ku ew li benda hatina zêdetirî 300 hezar mêvanan e.

Birvebiriya Geştyariyê ya parêzgehê di organîzekirina festîvalê de roleke serekî dilîze.

Berpirsê Ragihandinê yê Geştyariya Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re got, "Festîval roja pêncşemê 30ê vê mehê dest pê dike û dê 3 rojan berdewam bike."

Helebce îsal cara 11emîn mazûvaniya Festîvala Hinaran dike. Organîzator festîvalê, wekî par, îsal jî li park û bajarê lîstikan li dar dixin.

Hewraman Celal got, "Amadehî berdewam dikin. Me bi rêya pişkan, dikan û cihên firotinê dane cotkar, baxçevan û kesên din."

Cotkar dê berhemên xwe di 550 dikanan de bifiroşin

Ji bo birêvebirina festîvalê, ji bilî lijneyên alîkar û giştî, lijneyeke bilind jî heye. Çar kes serpereştiya vê lijneyê dikin.

Endamê Lijneya Bilind a Festîvalê, Erselan Abid, ji Rûdawê re got, "Tenê navê wê Festîvala Hinaran e, wekî din em hemû berhemên xwemalî û karên destan jî pêşkêş dikin."

Organîzatoran ji bo festîvala îsal 550 dikan amade kirine.

Erselan Abid got, "Me 250 dikan ji bo firotina hinaran, berhemên din ên payizê, şêranî, hingiv û xwarinên hişkkirî yên xwemalî veqetandine."

Nêzîkî 200 dikanên îsal dê ji bo xwaringehan bin. Li gorî gotina Erselan Abid, divê xwaringeh tenê xwarinên Kurdewarî pêşkêşî mêvanan bikin.

Ji ber daxwaza zêde ya li ser dikanan, serpereştên festîvalê dixwazin heftebazarekê jî vekin lêbelê, wan hîn li ser awayê heftebazarê û cihê wê biryara dawî nedaye.

"Em li benda hatina 300 hezar mêvanan in"

Salên borî xelkê ji ber pirsgirêkên parkkirina otomobîlan û hatûçûnê gilî dikir. Erselan Abid eşkere kir ku aliyên pêwendîdar dixebitin da ku heman astengî dubare nebin.

Erselan Abid got, "Par zêdetirî 285 hezar geştyar hatin festîvalê. Em îsal li bendê ne ku ev hejmar 300 hezar kesî derbas bike."

Sala borî festîvalê di 31ê Çiriya Pêşîn de dest pê kiribû û 3 rojan ajotibû. Li gorî amadekaran, firotina giştî ya par gihîştibû "milyarek û 435 milyon dînarî".

Hejmara geştyaran sala borî 285 hezar û sala 2023yan jî 270 hezar kes bû.

Erselan Abid got, "Sal bi sal hejmara geştyaran zêde dibe loma em îsal bi alîkariya medyayê li benda hatina geştyarên zêdetir in."

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, berhema salane ya hinaran li Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 hezar ton e.

Nêzîkî 30 hezar ton ji vê berhemê li parêzgeha Helebceyê tê hilberandin. Ji ber vê yekê, gelek caran ji Helebceyê re "paytexta hinaran" tê gotin.

Erselan Abid destnîşan kir ku "armanca sereke ya festîvalê pêşxistina berhemên navxweyî û peydakirina bazarê ji bo berhemên baxçevan, cotkar û bazirganên herêmê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst