Agrîn Dilşad: Hişê çêkirî nikare şûna hunermendan bigire

01-12-2025
RÛDAW
Hunermend Dilşad Agrîn\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hunermend Dilşad Agrîn\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Agrîn Dilşad Hişê Çêkirî Hunermendên Kurd Li Gel Renc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Agrîn Dilşad ragihand ku hişê çêkirî nikare cihê hunermendan bigire, berevajî vê yekê ew tenê li ser şêwaz û mora hunermendan kar dike.

Li gorî gotina Agrîn Dilşad hişê çêkirî bi tenê ji kar û berên kevn ên hunermendan tevlîheviyekê çêdike.

Di bernameya vê carê ya “Li gel Renc” a Tora Medyayî ya Rûdawê de ku Renc Sengawî pêşkêş dike, mijara “Hunera Bêhunermend” hat gotûbêjkirin.

Mêhvanê bernameyê Hunermend Agrîn Dilşad nêrînên xwe yên li ser bandora hişê çêkirî anîn zimên.

Agrîn Dilşad li ser metirsiya ku hişê çêkirî cihê mirovan bigire got,"Hişê çêkirî nayê wê wateyê ku cihê hunermendan bigire.

Tiştê ku tê kirin zêdetir di çarçoveya teqlîdkirina hunermandan e. Her wekî çawa mirovek kesekî din teqlîd dike û ton û edaya wî dubare dike lê nabe ew kes hişê çêkirî jî vê yekê dike."

Li gorî baweriya wî hunermendî, hişê çêkirî li ser bingeha "morê" kar dike.

Dilşad li ser vê yekê jî got, "Hişê çêkirî li ser hunera hunermend kûr dibe û lêkolînê dike.

Wekî mînak li 5 heta 10 salên min ên borî yên hunerî dinêre bê min çawa meqam gotiye û şêwaza min werdigire, piştre ji wan hemûyan tevlîheviyekê çêdike."

Di bersiva pirsa Renc Sengawî ya "Nexwe afirandina hişê çêkirî nîne?" de Agrîn Dilşad got, "Divê em pênaseya afirandin û dahênanê bikin.

Li gorî min çi tiştê nîne ku ji tunebûnê hatibe û mirov nikare ji tunebûnê tiştekî derxe hebûnê, berevajî vê yekê destkarî li tiştên heyî tê kirin."

Agrîn Dilşad amaje pê kir ku nêrînên li ser hişê çêkirî carinan ber bi aliyekî şaş ve diçin, ji ber ku mijar nû ye û cihgirtina fîzîkî ya laşê mirov bi robotan ve girêdayî ye, ne tenê bi bernameyekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst