Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand, dawiya vê mehê nexşeya bingehîn a Projeya Rêya Bipêşketinê temam dibe û yekser ji bo bicîkirina projeyê derî li ber şirketan tê vekirin.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî îro li ser projeya Rêya Bipêşketinê ji Rûdawê re axivî.
Meysem Safî got, "Dawiya vê mehê nexşeya bingehîn a Projeya Rêya Bipêşketinê temam dibe ku ev qonaxa beriya bicîkirina projeyê ye.
Piştî vê yekê rasterast derî li ber şirketan tê vekirin da ku beşdarî bicîkirina wê bibin."
Rêya Bipêşketinê 1200 kîlometre ye, ji Bendera Fawê ya Besrayê dest pê dike heta ku digihîje sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Proje dabeşî 7 beşan dibe
Meysem Safî diyar kir ku proje dê ji 7 beşan pêk were û her beş ji bo bicîkirinê dê bidin çend şirketan.
Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e û hikûmeta Îraqê dixwaze hevwextî rêyê, xetên boriyên veguhastina enerjiyê jî hebin.
Tê pêşbînîkirin ku proje sala 2050yî bi temamî bi dawî bibe û dahata wê ya salane bigihîje 4 milyar dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse