Derçûyên zanîngehên Rojavayê Kurdistanê bê kar in!

02-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Zanîngeh Derçûn Bêkarî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Derçûyên zanîngehan û xwediyê bawernameyên zanistî li Rojavayê Kurdistanê weke karker û pîşekar kar dikin. Beşeke mezin ji wan jî her bêkar mane.

 

Ji ber ku derfetên kar û karmendiyê li gorî bawernameyên derçûyên zanîngehên Rojavayê Kurdistanê tune ne, ew neçar dibin li karê alternatîv bigerin da ku karibin debera jiyana xwe bikin.

 

Axîn Elî, ji 4 salan ve xwendina zanîngehê bi serî kiriye û bawrnameya xwe wergirtiye, lê ji neçarî û karê bînesaziyê dike. Bi gotina wî, di pêşbirkên damezrandina karmendan de, hikûmeta Sûriyê tenê endamên partiya Beis werdigre.

 

Akademisyên Ferîd Sedûn ê ji bajarê Qamişlo dide zanîn ku %60 ji dezgeh û sziyên hikûmetê li parêzgehê ji kar rawestiya ne, lewma êdî derfetên kar ji bo karxwazên nû tune ne.

 

Ji bilî ku derfetên kar ên nû li pêş ciwanên ku derbasî warê kar dibin li Rojavayê Kurdistanê nemane, hikûmeta Sûriyê jî qebûl nake ku mamosteyên ser bi perwerdeya hikûmetê ve li dibistanên ku Rêveberiya Xweser dest daniye ser wan kar bikin û gefên derxistina ji kar li wan dixwe.

 

Herwiha, hikûmeta Sûriyê mûçeyên beşek karmend li Rojavayê Kurdistanê bi behaneya ku ew ji bo xizmeta leşkerî hatine vexwestin rawestandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst