Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê di meşa ji bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de axivî û got, "Kurd naxwazin bê statû û bê ziman bijîn, dixwazin bi rûmet bijîn."
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya 1ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de li Amedê meşek hat lidarxistin.
Bi deh hezaran kes û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî meşê bûn.
Girseya ku meşa xwe bi çepik, tilîlî û dirûşman bi dawî kir, li vir daxuyanî da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina xwe bi gotina, "Bijî Şoreşa Rojavayê, em Şoreşa Rojavayê pîroz dikin. Em têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd pîroz dikin" dest pê kir.
"Rojavayê cîhan ji belaya DAIŞê rizgar kir"
Bakirhan spasiya wan gelan kir ku li hemberî zilmê piştgiriya Kurdan kiriye û got:
"15 sal berê îro, li Rojhilata Navîn û cîhanê pêleke tarî ya zilmê hebû.
Li Sûriyê û Rojavayê, jinên Kurd û şoreşgeran bi têkoşîna xwe ew tarîtiya li pêşiya cîhanê têk bir û Rojava azad kir. Wan cîhan ji belaya tarî ya DAIŞê rizgar kir.
Îro heke li Rojavayê Peymana 30ê Kanûna Paşîn hebe, ev bi saya têkoşîna we ya ji Silêmaniyê heta Dihok û Zaxoyê, ji Hewlêrê heta Amedê ye. Ez careke din vê têkoşîna we pîroz dikim."
"Kurd dixwazin bibin parçeyeke demokratîk a Sûriyeyê"
Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana 30ê Kanûna Paşîn û wiha pê de çû:
"Ji ber ku hûn hene, li şûna peymana teslîmiyetê, di 30ê Kanûna Paşîn de peymanek hat îmzekirin.
Em berdewamiya şoreşa Rojavayê ne. Em dê wê peymana li Rojava heta dawiyê bişopînin.
Bila kes bi Kurdan re lîstikan nelîze. Kurd demokrasî, wekhevî, maf û hiqûqa xwe dixwazin.
Bila birêvebiriya HTŞyê vê yekê baş bibîne; Kurd dixwazin bibin parçeyeke demokratîk a Sûriyeyê, lê dixwazin bi maf, nasname û statûya xwe hebin."
Bakirhan destnîşan kir ku heke rejîma Sûriyeyê li gorî peymanê tevbigere dê her kes qezenc bike û got:
"Kurd jiyaneke bi rûmet dixwazin. Çavê Kurdan li ax, mal û canê kesî nîne. Kurd naxwazin bê statû û bê ziman bijîn.
Şoreşa Rojavayê ne şoreşeke wisa ye ku bi hêsanî bê jibîrkirin. Wan ew tarîtiya ku dewlet jî nikaribûn li ber bisekinin, têk bir."
Spasiya Ocalan, Barzanî û Talebanî
Tuncer Bakirhan di beşeke axaftina xwe de spasiya serkirdeyên Kurd kir û got:
"Em dixwazin spasiya Birêz Ocalan bikin ku Rojava û Sûriye ji şerê Ereb û Kurdan rizgar kir.
Li Rojavayê xwestin Kurd û Ereban bînin hemberî hev û şerekî navxweyî derxin, lê Birêz Ocalan ew lîstik pûç kir.
Her wiha em dixwazin spasiya Birêz Mesûd Barzanî jî bikin.
Ji destpêkê ve bi helwesta xwe ya avaker re ji bo pêkhatina Peymana 30ê Kanûna Paşîn kedeke mezin da.
Ez dixwazim spasiya Nêçîrvan Barzanî jî bikim. Em spasiyên xwe ji bo Birêz Bafil Talebanî jî radigihînin.
Ji vir em hezar caran spasiya gelên xwe yên li Hewlêr û Sûriyeyê dikin ku dîrok nivîsand."
"Yekîtiya çar parçeyan"
Bakirhan da zanîn ku di dîrokê de cara yekem e Kurdên her çar parçeyan li ser mijarekê yekdeng bûne û got:
"Rojava xeta sor a Kurdan e. Kurd ne tenê ne, 50 milyon in. Piştî vê rojê êdî kes nikare sedsaleke din Kurdan bê ziman, bê statû û bê nasname bihêle.
Em peymana li Sûriyeyê erênî dibînin. Em bangî rayedarên Tirkiyeyê jî dikin ku li Rojavayê rolekî bibandor û avaker bilîzin."
Hevserokê DEM Partiyê her wiha bangî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî kir û got:
"Divê statûya îdarî ya Kurdan bê naskirin û di bin ewlehiya destûrî de be."
Di dawiya meşê de siyasetmedara Kurd Çaglar Demîrel û Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî axivîn û tekezî li ser girîngiya yekîtiya Kurdan û parastina destkeftiyên Rojava kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse