Merwan Elî: Em ji bo bicihkirina rêkeftinê hatine Hisîçayê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Merwan Elî Siyamend Efrînî Hisîça Qamişlo Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku ew ji bo bicihkirina rêkeftinê hatina Hisîçayê.

Merwan Elî derbarê binpêkirinên li herêma Cizîrê de ji nûçegihana Rûdawê re axivî.

Elî îro li Hisîçayê di konferanseke rojnamegeriyê de got,"Em ji bo bicihkirina biryar an jî rêkeftina ku hatiye kirin hatine vê derê da ku xizmeta ewlehî û aramiya xelkê bikin."

Merwan Elî derbarê nedana lîsansa xebatê ya Tora Medyayî ya Rûdawê jî got:

"Ez nizanim çima berê rê li ber we hatibû girtin, bê guman hinek mijarên teknîkî û hunerî yên derbarê lîsansê de li Şamê hene, hûn li wir hevahengiyê dikin."

Elî di heman konferansê de eşkere kir ku ev hevahengiya îro hemû gotegotên li ser "zimanê nefretê" pûç dike û got:

“Ez bawer dikim ku ev hevahengî dê di rojên pêş de dawî li hemû nakokiyan bîne û dê rê li ber zimanê nefretê bigire.

Di rojên bê de dê her tişt vegere rewşa xwe ya asayî û înşalah dê xêr û aramî ji bo hemû xelkê hebe."

Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê diyar kir ku ew îro hatine Hisîçayê û sibe jî dê derbasî bajarê Qamişloyê bibin û got,"Piştî wê dê xalên din ên rêkeftinê yek bi yek werin bicihkirin.

Dema ku em bi cih bûn, dê birêvebirî (muduriyet) yek bi yek derbasî welêt bibin."

Li aliyê din, Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîşa Rêveberiya Xweser) ê Hisîçayê Siyamend Efrînî ku wekî Alîkarê Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê yê ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye tayînkirin got, "Ti pirsgirêk nîne, ew hêzên ku derbasî Hisîçaê bûne wekî komîteyeke hevahengiyê ya demkî ne.

Em dê di demeke kurt de bi hev re bixebitin û pişt re ew dê herin."

Siyamend Efrînî bersiva pirsa nûçegihana Rûdawê ya "Gelo ev hêzên hikûmetê dê li Hisîçayê bimînin yan na?" da û got: "Ew hêz ji bo demeke kurt hatine û dê ji vir derkevin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst