Hisîça (Rûdaw) - 100 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê derbasî bajarê Hisîçayê bûn.
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî di dema derbasbûna wan hêzan de li asmanê herêmê çavdêrî kir.
Hêzên ewlehiya hikûmeta Şamê îro derbasî bajarê Hisîçayê bûn.
Şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Alaya Kurdistanê li ser sîngê wî bû, di roja ewil a bicihkirina rêkeftina bi Şamê re de cih girt.
HSD û hikûmeta Sûriyeyê ev rêkeftin 18ê Kanûna Paşîn a 2026an îmze kiribû.
Her du aliyan hûrgiliyên rêkeftinê 30yê Kanûna Paşîn a 2026an eşkere kirin û piştrast kirin.
Di heman rojê de aliyan derbarê derbasbûna hêzên ewlehiyê ya bo bajarên Hisîça û Qamişloyê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Aliyan dest bi bicihkirina rêkeftinê kir. Hêzên Şamê bi 15 otomobîlên ewlehiyê û 8 otomobîlên leşkerî derbasî bajêr bûn.
Birêvebirê Ewlehiya Navxwe yê Hisîçayê Merwan Elî bersiva pirsên Rûdawê yên li ser tirs û fikarên xelkê da.
Merwan Elî got, "Em ji bo bicihkirina rêkeftinê hatine vê derê da ku xizmeta ewlehî û aramiya xelkê bikin."
"Ew ji bo demekê hatine û dê derkevin"
Berpirsê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) Siyamend Efrînî jî diyar kir ku dê di navbera wan de hevahengî hebe.
Siyamend Efrînî destnîşan kir ku hebûna hêzên Şamê dê tenê bi Hisîça û Qamişloyê sînordar be.
Siyamend Efrînî ji Rûdawê re got,"Ew ji bo demekê hatine û dê pişt re derkevin."
Biryar e 100 endamên din ên ewlehiyê 3yê Sibata 2026an derbasî Qamişloyê bibin û hejmara wan bigihe 200 kesî.
Hêzên HSD û Asayêşê ji ti cihî venekişiyane. Derbasbûna hêzên ewlehiyê li gorî rêkeftinê pêk hat û her du alî dê bi hev re bixebitin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse