Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Alîkara Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymazê pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di aramkirina aloziyên Sûriyeyê de daye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Alîkara Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymazê re civiya.
Mesrûr Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de "tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê yên di warên cuda de hate kirin.
Li aliyê din, Bêrîvan Aymazê di hevdîtinê de pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina asayîş û aramiya herêmê de da û bi taybetî jî rola wê ya "di aramkirina şer û aloziyên van demên dawî yên Sûriyeyê û parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên wî welatî de" bilind nirxand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse