ALMANYA - Kurd cara ewil e ku bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmekê dibin

09-08-2025
Zinar Şîno
Nîşan Almanya Nordrhein-Westfalen Hilbijartin Kurd Yekbûn Befrîn Çeleng Ferhad Mîro
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Herêma Nordrhein-Westfalenê dê 14ê Îlona 2025an hilbijartinên xwecihî bên lidarxistin û Kurd jî bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin.

Hilbijartin ji bo civatên navçeyan, şaredariyan, bajaran û jêrtir tên kirin.

Gelek Kurd li navçeyên cuda cuda yên wê herêmê xwe wekî namzed destnîşan kiriye.

Li gel birêveçûna hilbijartinên şaredarî û parlamentoya herêma Nordrhein-Westfalenê ku li gorî hejmara niştecihan wek herêma herî mezin a Almanyayê tê hesibandin, hejmarek Kurdên niştecihê herêmê wek berbijêr beşdarî proseya hilbijartinê dibin.

Li bajarê Leverkusenê, Kurd cara yekem bi lîsteyeke serbixwe bi navê "Yekbûn"ê beşdarî hilbijartina Encûmena Yekbûnê (Integrationsrat) dibin ku erkê wê nûnertiya biyaniyan û xebata ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan e.

Peyamnêrê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno di raporekê de ragihand ku roja 14ê Îlonê hilbijartin ji bo encûmenên şaredariyan, serokên şaredariyan û encûmena yekbûna biyaniyan tên lidarxistin.

Li herêma Nordrhein-Westfalenê mafê dengdanê yê nêzîkî 13 milyon û 700 hezar kesan heye ku li gorî amarên nefermî nêzîkî nîv milyon Kurd lê dijîn.

Di weşana zindî de Zinar Şîno mêvandariya du namzedên Kurd ên li ser lîsteya "Yekbûn"ê li bajarê Leverkusenê kir ku ew jî Befrîn Çelenga keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê û Ferhad Mîroyê xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn.

“Hêviya me ya ji bo serkeftinê gelekî zêde ye”

Befrîn Çelengê got, "Hêviya me ya ji bo serkeftinê gelekî zêde ye, ji ber ku li Leverkusenê nêzîkî 13 heta 15 hezar Kurd dijîn.

Ev cara yekem e ku em wek Kurd bi lîsteyeke serbixwe û bi navê xwe beşdar dibin, da ku nasnameya me ya Kurdî diyar be û helwesta me li hember nijadperestiyê hebe.

Her wiha em dê zêdetir li ser pirsgirêka ciwanan, dibistanan û pirsgirêk û mafên jinan bixebitin.

Pir girîng e ku her biyaniyek dengê xwe bide da ku nasname û hebûna xwe îsbat bike."

Derbarê ka kî xwedî mafê dengdanê ye, wê namzeda Kurd amaje bi wê yekê kir ku ew hemû biyaniyên li Almanyayê niştecih in û hemwelatiya wan a Almanyayê nîne, dikarin deng bidin.

Tewra hemwelatiyên Alman jî dikarin formeke taybet dagirin da ku mafê dengdanê ji bo vê encûmenê bi dest bixin.

Ji aliyê xwe ve, Ferhad Mîro, namzedekî din ê lîsteyê, eşkere kir ku lîsteya Yekbûnê li ser destê çar komeleyên sereke yên Kurdan li Leverkusenê hatiye avakirin û nûnertiya hemû Kurdên bajêr dike.

“Armanca me ew e ku em hemû Kurdên kom bikin”

Ferhad Mîro her wiha got:

"Lîsteya me 25 namzedan li xwe digire ku xelkê her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Armanca me ew e ku em hemû Kurdên niştecihê Leverkusenê kom bikin. Ev gav ji bo me ezmûneke girîng e da ku em di paşerojê de bikaribin beşdarî hilbijartinên encûmena şaredariyê û postên bilind ên din bibin."

Ferhad Mîro Derbarê mercên dengdanê jî got, "Her kesê ku temenê 16 saliyê temam kiribe, herî kêm sê meh be li Leverkusenê niştecih be û mafê wî yê mayînê li Almanyayê hebe, dikare deng bide."

Berbijêrên lîsteya "Yekbûn"ê pêşbînî dikin ku bikaribin di navbera pênc û heft kursiyên encûmenê de bi dest bixin ku li gorî gotina wan, hejmareke baş e û derfetê dide wan ku roleke çalak di şaredariyê de bilîzin.

Ji bilî bajarê Leverkusenê, li çend bajarên din ên herêmê wekî Herne û Munster, Kurd bi lîsteyên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin.

Di heman demê de, hinek namzedên Kurd jî di nav lîsteyên partiyên Alman de xwe ji bo heman encûmenê bûne namzed.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst