Namzediya namzedê DEM Partiyê yê Bedlîsê hate betalkirin

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Farûk Îslek DEM Partî Bedlîs AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) li ser îtiraza AK Partiyê namzediya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek betal kir.

Li ser îtiraza AK Partiyê bi hinceta ku “ji erka xwe îstifa nekiriye” namzediya namzedê Hevserokê Şaredariya Bedlîsê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Faruk Îşlek ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ve hat betalkirin.

Serokatiya Navçeya Navendî ya Bedlîsê ya AK Partiyê ji bo betalkirina namzediya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek, namzedê Endamê Meclîsa Parêzgehê Çetîn Gulmez û Endamê Meclîsa Şaredariyê Hakim Kandore serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Bajêr dabû.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê biryar dabû namzediya her sêyan bê betalkirin lê li ser îtiraza DEM Partiyê ev biryar paşde hatibû kişandin.

Vê carê ji aliyê nûnerê AK Partiyê yê Desteya Bilind a Hilbijartinan Recep Ozel ve di 1ê Sibatê de serlêdana îtirazê hat kirin.

Desteya Hilbijartinan bi hinceta "ji endamtiya Desteya Rêveber a navçeya navendî ya partiyê îstifa nekiriye" namzediya Faruk Îşlek betal kir.

Biryar hat dayîn ku namzediya endamên meclîsê yên din jî berdewam bike.

Ji ber ku rêya îtirazê girtiye divê DEM Partî li şûna Faruk Îşlek îro heta saet 17:00an namzedekî nû destnîşan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst