RAPIRSÎ – Li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê kîjan partî li pêş e?

12-03-2024
Nîşan Rapirsî Amed Stenbol DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - MAKê debarê hilbijartinê de rapirsiya xwe ya herî nû belav kir.

Her ku hilbijartinên xwecihî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîk dibin, kompanyayên rapirsiyan derbarê encamên hilbijartinê de rapirsiyên xwe zêde dikin.

Kompanyaya MAKê li ser hilbijartinên xwecihî yên yên 31ê Adarê, ji 21ê Sibatê heta 9ê Adarê li 30 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gel 5 hezar û 700 kesî rapirsiyeke rûbirû kir.

MAKê ji beşdarên pirsî, “Hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gor encaman, dengên partiyan li çend bajarên mezin yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ne:

Stenbol

Ekrem Îmamoglu (CHP): Ji sedî 41,5

Murat Kurum (AK Partî-MHP-HUDA PAR): Ji sedî 40

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4

DEM Partî: Ji sedî 3

YRP: Ji sedî 2

Enqere

Mansur Yavaş (CHP): Ji sedî 44

Turgut Altınok (AK Partî -MHP-HUDA PAR): Ji sedî 38

YRP: Ji sedî 4

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3

DEM Partî: Ji sedî 2

Îzmîr

Cemîl Tugay (CHP): Ji sedî 48

Hamza Dag (AK AK Partî-MHP-HUDA PAR): Ji sedî 31

Amed

DEM Partî: Ji sedî 54

AK Partî: Ji sedî 29

HUDA PAR: Ji sedî 5

Wan

DEM Partî: Ji sedî 48

AK Partî: Ji sedî 31

HUDA PAR: Ji sedî 3

CHP: Ji sedî 3

Mêrdîn

DEM Partî: Ji sedî 45

AK Partî: Ji sedî 42

CHP: Ji sedî 2

Riha

AK Partî -MHP: Ji sedî 32

YRF: Ji sedî 29

DEM Partî: Ji sedî 24

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst