‘DEM Partî bû yekem, namzedê AK Partiyê ji bo şaredarbûnê serlêdan kir’

02-04-2024
Nîşan Wan Abdullah Zeydan DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku namzedê AK Partiyê ji bo bibe şaredarê Wanê serlêdan kiriye.

Li gorî îdiayan, piştî ku dadgehê biryara radestkirina mafên xedexekirî yên Abdullah Zeydan betal kir, namzedê AK Partiyê ji bo bibe şaredarê Wanê serlêdan kiriye.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin û eger heye mazbataya wî nayê dayîn.

Piştî ku ev yek derket holê dîsa nîqaşa “qeyûman” dest pê kir.

“Serlêdan kiriye”

Li hêla din, Namzedê AK Partiyê Abdulhalat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Di medyaya Tirkiyeyê de hat îdiakirin ku Abdulahat Arvas ji bo bibe şaredarê Wanê serî li Lijneya Hilbijartinan a Bajêr daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst