Meral Danişê bangî namzedê AK Partiyê kir: Lêborînê bixwaze

19-02-2024
Nîşan Meral Daniş Beştaş Murat Kurum Stenbol Namzed AK Partî DEM Partî Bang Lêborîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê Şaredariya Stenbolê yê AK Partiyê Murat Kurum bi cemedana li ser milê xwe li navçeya Gungorenê ya Stenbolê beşdarî çalakiya Hevdîtina Hembajariyên Amedê bû.

Murat Kurum bi Kurdî slav da welatiyan û govend gerand.

Namzeda Şaredariya Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê bertek nîşanî Kurum da.

Meral Daniş Beştaşê amaje pê da ku Kurdî li Kurdan qedexe dikin lê ji bo siyaseta xwe bi kar tînin.

“Hîn duh qaymeqam şanoya bi Kurdî qedexe kir”

Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên Kurum parve kirin û got:

“Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, hem zimanê me nas nake û hem dê me tune bihesibîne.

Desthilat dê mafê hemû Kurdan xesp bike, hîn duh qaymeqam şanoya bi Kurdî qedexe kir.

Lê piştre dê biçe li ser dikê bi Kurdî biaxive û govendê bigerîne. Ma wiha dibe?”

“Lêborînê bixwaze”

Namzeda Şaredariya Stenbolê ya DEM Partiyê di berdewamiya peyama xwe de banga lêborînê kir û got:

“Birêz Kurum, hûn pêşî lêborînê bixwazin.

Ji Kurdên ku we mafê wan xesp kiriye, ji karkerên winda yên kanzaya Îliçê û ji kesên ku we di nav siyanûr de xeniqandine lêborînê bixwazin. Ev yek!

Hûn zimanê me yê ku hûn ji me re qedexe dikin ji xwe re nekin amûra siyasetê, Ev jî du!

Gelê me êdî ji van şovên têr bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst