Serokê Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyê û di merasîma sondxwarina Erdogan de amade dibe

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Tirkiye Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe Şemî 3ê Hezîranê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî serdana Tirkiyê dike û dê di merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de amade bibe.

Çarşemiya bihorî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de û piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariyê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Her di vê peywendiya telefonî de, Erdogan bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo merasima sondxwarina serokkomariyê vexwand.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser esasê vê vexwendina fermî ya Erdogan dê serdana Tirkiyê bike, daku di merasima sondxwarina wî de amade bibe.

Recep Tayyip Erdogan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bû û di hilbijartinên serokkomariyê de rikeberiya sereke di navbera wî û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de bû.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Erdogan %49.52ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan bidest xistin.

Lê di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de ku roja 28ê Gulana 2023an hat lidarxistin, Erdogan %52,18ê dengan û Kiliçdaroglu jî %47,82ê dengan wergirtin.

Bi vê yekê re, Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin û dê heta 5 salên din wate heta sala 2028an Serokkomarê Tirkiyê be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst