Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şankuşê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê masiyên ku di gola Bendava Ataturkê de tên berhemanîn hinardeyî 53 welatan tên kirin.
Bendava Ataturk ku bi armanca çekirina elektrîk û avdaniya çandiniyê li ser Çemê Firatê hatiye avakirin, di heman demê de bi berhemanîna masiyan sûdeke mezin digihîne aboriya herêmê.
Li Amed, Meletî, Xarpêt, Semsûr û Rihayê li ser Bendava Ataturk bi sedan navendên xwedîkirina masiyan hatine avakirin û masiyên ji vê derê ji bo derveyî welat tên şandin.
"Ji bo Amedê veberhênaneke mezine"
Birêvebirê Tesîsa Masiyan Volkan Yildizhan got, "Bi 53 welatan re lihevkirina kompanyayê heye.
Piştî ku li vê derê bigihêje û bibe masîxatûnk dê ji bo 53 welatan bên hinardekirin. Ji bo Amedê û navçeya me veberhênaneke mezin e."
Kargehên masiyan ji bo welatiyên li herêmê bûne derfeteke mezin a dabînkirina kar û gelek kes li van kargehan dixebitin.
"Heta li navçeya me kar hebe ciwan naçin derve"
Karker Bayram Erîkçî sûda berhemanînan masiyan a ji bo bajêr wiha anî zimên:
"Bajar û navçeya me biçûk e û ji ber derfetên kar nînin, ev veberhênaneke baş e.
Pêştir ciwanên me diçûn li derve kar dikirin, niha li vê derê dixebitin.
Heta li navçeya me kar hebe, li vê derê dixebitin û naçin."
Li vê kargehê niha salane 49 ton masî tên berhemanîn, lê armanc ew e hejmara qefesên masiyan heta 70î zêde bikin û berhemanîna masîxatûnkan bigihe 150 tonî.
Herwiha hejmara kesên li vê kargehê dixebitin dê ji 40 kesan bigihe 150 kesî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse